Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn

Li Qamişlo, têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan du semîner hatin dayîn.

Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn
Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn
Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn
Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn
Li Qamişlo du semîner li ser komploya 15'ê Sibatê hatin dayîn
12 sibat, 2021   16:12
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna 15`ê Sibatê salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star li bajarokên Girbawî û Hîmo yên Qamişlo semîner organize kirin. Bi dehan şênî tev lî semînerê bûbûn.

Semînera li bajarokê Girbawî li dibistana Girbawî  ji aliyê endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Abid Îbrahîm ve hat dayîn û semînera li bajarokê Hîmo li dibistana Hîmo ji aliyê endamê PYD'ê Mesûd Dawûd ve hat dayîn.

Abid Îbrahîm diyar kir ku di salên 90`î de komploya li dijî rêber Abdulah Ocalan hat destpêkirin û wiha got: "Di sala 1993'yan rêber Abdullah Ocalan bi ragihandina agirbesta ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê ve pêvajoya aştiyê ragihand."

Îbrahîm da zanîn ku di wê demê de ji ber suîqestkirina Turgut Ozal ji aliyê MÎT'a Tirkiyê ve ku di wan salan de serokkomarê Tirikiyê bû, ew hevpeyman hate rawestandin.

Her wiha Mesûd Dawûd diyar kir ku ji bo ku nehêlin rêber Ocalan doza gelê Kurd çareser bike ev komplo li dijî wî pêk anîn û wiha got: "Lê ruxmî tecrîda giran nikarîbûn gel ji fikirê rêbertî qut bikin."

Dawûd da zanîn ku berxwedan ku li Rojavayê Kurdistanê tê kirin berhemê fikir û felsefeya rêber Abdulah Ocalan e û wiha got: "Ji ber vê yekê divê em layîqê vê yekê bin, ji ber ku dema em dibêjin em layîqê azadiyê ne divê em li beramberî wê layîqî tekoşîn û berxwedayînê jî bin."

Piştî bi dawîbûna semîneran sînevîzyon li ser Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdulah Ocalan hat pêşandan.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/laBNpQ4V8Rw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>