Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn

Çalakiya roja yekemîn a konê seferberiya giştî ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayên HPG'ê yên li Garê, hatiye organîzekirin, bi dawî bû.

Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
Ciwanên Enternasyonalîst beşdarî seferberiya li dijî faşîzma dewleta Tirk bûn
12 sibat, 2021   17:35
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û herêma Koçerat herikîn bin konê piştgiriyê, ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve, bi koordîneya Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD'ê hatiye lidarxistin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Ciwanên Enternasyonalîst Avaşîn Nûjiyan daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Partiya Demokrat a Kurdistanê qada hawayî ji faşîzma Tirkiyê re vekir ku êrişî herêma Garê kir, her wiha çeteyên Leşkerên Roja şandin herêmê da ku di êrişên li ser nuqteyên HPG'ê de destekê bidin artêşa Tirk a dagirker.

Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji berxwedana xwe ya bêhempa ya li hemberî dagirkerên Kurdistanê gav paşde navêje. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de pêşermgeyên PDK'ê ji herêmê vekişiyan û rê li pêşiya DAIŞ'ê vekir da ku civaka Êzidî tune bike, li ser vê yekê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dimildest mudaxele kir û Êzidî rizgar kirin.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Garê berdewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst bi desteka PDK'ê hewl dide vê komployê zindî bike.

Li ser vî esasî, ciwanên şoreger û Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên enternasyonalîst dê têkoşînê xurt bikin û ji bo bidawîkirina plan û komployên faşîzma Tirkiyê seferberiya giştî radighînin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Salih Sedûq axivî û wiha got: "Hebûna Tevgerên Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û ciwanên enternasyonalîst û bi rihê wan ên têkoşer dê li hemberî faşîzm û zilma ku ser gelan tên kirin, biser bikevin, ji ber ku ciwan bingehê şoreşê û dînamîka wê ya li hemberî pergalên dîktator e."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Koçerat jî Mihemed Xelîl Ebû Zeyd soza şopandina xeta şehîdan û xurtkirina têkoşîna li hemberî faîşmza dewleta Tirk da.

Ebû Zeyd bang li malbatên ku zarokên wan di nava "Pêşmergeyên Roj" de hene kir, ku zarokên xwe ji planên ku PDK'ê pêk tînin, vekişînin û nehêlin beşdarî şerê birakujiyê bibin.

Her wiha bi navê Platforma Gel, Melevan Resûl jî diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 20 sal in di girtîgehê de ye û têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe didomîne, bi saya fikir û felsfeya wî pêkhateyên herêmê gihiştin vê qonaxê.

Bi navê Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê Biradost Mîtanî jî banga parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Çalakî dê dibe sibeha berdewam bike.

ANHA