Raporeke îstixbaratê: Îran hewl dide êrişî hêzên DYA’yê yên li Sûriyê bike

Li gorî raporeke îstixbaratên leşkerî yên Amerîkayê, Îran hewl dide êrişeke sînordar li dijî hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku ji bo vekişînê zextê lê bike. Li gorî raporeke îstixbaratên leşkerî yên Amerîkayê, Îran hewl dide êrişeke sînordar li dijî hêzên Amerîkayê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne da ku ji bo vekişînê zextê lê bike.

Raporeke îstixbaratê: Îran hewl dide êrişî hêzên DYA’yê yên li Sûriyê bike
11 sibat, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora lêkolînerê giştî yê Pentagonê ku tevî kêmbûna gefên DAIŞ`ê li Sûriyê lê Îran girîngiyê dide armancên din ku bihêle Amerîka ji welêt derkeve yan jî dixwaze ku êrişên sînordar li dijî hêzên Amerîkayê pêk bîne.

Li gorî rapora îstixbaratê, Îran hebûna xwe di hundirê herêmên ku demên berê di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn hiştiye, da ku rêyên xwe yên lojîstîkê biparêze.

Îstixbaratên parastinê got hêzên alîgirên Îranê dibe ku hêza xwe ya ku dikare êrişî berjewendiyên Amerîka û alîgirên wê yên li Sûriyê bike, bihêle.

Roja duşemê Pentagonê ragihand ku nêzî 900 leşkerên Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene û ew ji bo şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li wê deverê ne.

(bx)