NY`yê li ser zêdebûna xetereya DAIŞ’ê hişyarî da

Rayedarên Neteweyên yekbûyî got DAIŞ`ê pandemiya koronayê bi kar anî û xwe ji nû ve birêxistin kir, înternetê bi kar tîne da ku ciwanên ku ji ber qedexeya derketina deve di mal de mane, tev li xwe bike. Her wiha diyar kirin ku dibe ku êrişan li cîhanê pêk bîne.

NY`yê li ser zêdebûna xetereya DAIŞ’ê hişyarî da
11 sibat, 2021   10:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya El-Ereb News a Erebistana Siûdî, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh ragihand ku xetereya DAIŞ`ê li ser aştî û ewlehiya navneteweyî zêde bûye û hewl dide xwe bi rêxistin bike.

Serokê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCOT) Vladimir Voronkov got DAIŞ bi rêya înternetê xwe digihîne ciwanan û fikrên tundraw di nava wan de belav dike. Voronkov bi bîr xist ku tevgera DAIŞ`ê di navîna duyemîn a sala borî de zêde bû, ji ber ku şênî ji ber qedexeya giştî di nava malên xwe de man.  

Voronkov got ruxmî ku DAIŞ`ê “xîlafeta” xwe li Iraq û Sûriyê winda kir lê hîna jî li her du welatan êrişan pêk tîne û dibe ku îsal êrişan li gelek deverên cîhanê pêk bîne.

Vladimir Voronkov da xuyakirin ku DAIŞ mayîna ciwanan di nava malan de bi kar anî ku piraniya demên xwe li ser înternetê xerc dikin û hişyarî da ku DAIŞ ji nû ve xwe bi rêxistin dike. Ji lew re bi sivikbûna tedbîrên xweparastinê yên koronayê re, dibe ku rêzeêriş li dijî gelek dewletan pêk werin.

Voronkov piştrast kir ku derdora hezar DAIŞ`î ku piraniya wan iraqî ne, ji bo ku demeke dirêj li ber xwe bidin, xwe di nava şaneyên biçûk de bi rêxistin dikin û li çolistan û gundewarên Sûriye û Iraqê xwe vedişêrin.

Der barê rewşa kampên Hol û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Voronkov bangewaziya sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres ji tevahiya dewletên endam re dubare kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û hemwelatiyên xwe yên li kampan vegerînin.

Balyozê Amerîkayê yê meclisê Geoffrey DeLaurentis xuya kir ku li gel ku gelek dewlet qebûl nakin hemwelatiyên xwe ji wan kampan vegerînin, xetereya DAIŞ`ê dê mezintir bibe.

Nûnerê Rûsyayê yê NY`yê Vasily Nebenzia jî got: “Mixabin dewletên endam vê dozê paşguh dikin. Yekitiya Rûsyayê bi awayekî cidî di vî warî de bi Sûriye û Iraqê re hevkar e.”

Ji bo têkoşîna li dijî terorê NY`yê piştî êrişa 11`ê Îlonê ya li dijî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara bi hejmar 1373`yan derxist. Her wiha komîteyek ji bo têkoşîna li dijî terorê ava kir da ku pêkanîna vê biryarê bişopîne. Ji bo nirxandina asta serkeftina 193 dewletên endamên NY`yê di pêkanîna biryarê de, gerînendetiya rêveber a komîteyê (CTED) sala 2004`an hate avakirin.

Michelle Konnix vê gerînendetiyê bi rê ve dibe. Michelle Konnix Meclisa Ewlehiyê agahdar kir ku pandemiya koronayê gefên DAIŞ`ê zêdetir kirin.

Michelle Konnix bi bîr xist ku gerînendetî plan dike ku serdana Iraq û Sûriyê bike ku hîna DAIŞ lê çalak e da ku rewşa li wir binirxînin.

(şx)