Dewriyeyeke din a Rûsya û dewleta Tirk li gundewarên Dirbêsiyê

Li gorî Peymana Soçiyê ku di 22'yê Cotmeha 2019'an de hatiye îmzakirin, vê sibehê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên dewleta Tirk a dagirker dewriyeyeke hevbeş li gundewarên navçeya Dirbêsiyê pêk anî.

Dewriyeyeke din a Rûsya û dewleta Tirk li gundewarên Dirbêsiyê
11 sibat, 2021   10:53
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş a polîsên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker ji deriyê sînorê Şirk ê li rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir.

Dewriye li gundên başûr û rojhilatê navenda navçeya Dirbêsiyê yên Şirk, Dilîk, Selam Elîk, Quneitra, Şemsor, Til Kadîş, Ginamiyê, Karabatlî, Til Têrî, Til Karmê û Xankê geriya.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hAiUPSd_BwU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>