Dewleta Tirk careke din rêjeya ava çemê Firatê kêm kir

Gerînendetiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku hikumeta Tirk careke din rêjeya ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike, kêm kir.

Dewleta Tirk careke din rêjeya ava çemê Firatê kêm kir
11 sibat, 2021   10:28
KOBANÊ

Gerînendeyê giştî yê Bendava Rojava (Tişrîn) Mihemed Terbûş ji ANHA`yê re tekez kir ku dewleta Tirk ji 28`ê Çileyê ve ji sedî 60 ji rêjeya ava çemê Firatê kêm kiriye.

Li gorî lihevkirina sala 1987`an a di navbera Enqere û Şamê de ku divê 500 metrekabik av di xulekekê de bigihêje xaka Sûriyê  lê dewleta Tirk vê yekê pêk nayne.

Mihemed Terbûş destnîşan kir ku bendav nikarin kehrebeyê bidin tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ew neçarin ji roja pêncşemê de sîstema diyarkirina saetên kehrebeyê bi kar bînin.

Kêmkirina rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji sala 2020`an ve karesata peydakirina ava vexwarinê li gel niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çêkir, her wiha saetên dayîna kehrebeyê, gefên li ser berhemên herêmî yên zeviyên çandiniyê yên li ser qeraxa çem, çêdike.

Dewleta Tirk ava çemê Firatê wek kaxezeke zextê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û di demeke berê de Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî û dewletên garantor ên li Sûriyê kiribû ku sûcên dewleta Tirk pêk tîne, bisekinînin.

(bx)

ANHA