Sebrî Nebo: Armanca komployê sekinandina dengê azad e

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo destnîşan kir ku armanca Kompoya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestandina dengê azadiyê ye û got: "Ramanê rêbertî bilav bû û ket dilê gelên cîhanê yên ku ji ber pergalên dîktator êş kişandine."

Sebrî Nebo: Armanca komployê sekinandina dengê azad e
11 sibat, 2021   14:55
EYN ÎSA

Li herêma Firatê, civînên têkildarî salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Gel a Kantona Girê Spî li bajarokê Hîşa yê navçeya Eyn Îsayê civînek bi beşdarbûna bi dehan şêniyên gund li dar xist.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî û komploya navneteweyî şeremzar kir û got, dewletên kapîtalîst ditirsiyan ku fikir û felsfeya rêbertî li welatên wan jî belav bibe, ji ber vê yekê ev komplo pêk anî.

Nebo diyar kir ku armanca fikir û felsefeya rêber Ocalan ne desthilatdarî û ne jî pere ye û wiha domand: "Armanca ramanê rêbertî şikandina zordestiyan li ser gelan a ji aliyê pergalên desthilatdar û dîktator. Ev raman bêyî cudabûn xizmeta tevahî, gel, ol, mezheb, etnîk û pêkhate dike."

Sebrî Nebo destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst texmîn kirin ku bi girtina rêber Abdullah Ocalan dengê azad rawestand, lê texmîna wan şaş derket û got: "Fikirê rêbertî li tevahî cîhanê belav bû, ket dilê hemû kesên ku ji ber hikumetên dîktator ê desthilatdar azar kişandine."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IC-JDfrIYRs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>