SOHR: Di kemîna DAIŞ'ê de 26 leşkerên hikumetê û alîgirên wê hatin kuştin

Di encama kemîna çeteyên DAIŞ'ê ya li çolistana bajarê Meyadînê yê Dêrazorê de 26 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin.

SOHR: Di kemîna DAIŞ'ê de 26 leşkerên hikumetê û alîgirên wê hatin kuştin
8 sibat, 2021   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê îro bi kemînekê kerwanekî leşkerê yên hêzên hikumeta Şamê û komên Lîwa Qurdis ya alîgirên wê kir armanc. Kemîn li herêma Feyda Ibn Miweynai ya çolistana Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê hate dayîn.

Li gorî SOHR, piştî kemîn di navbera herdu aliyan de şer qewimî, di encamê de gelek ziyanên mirovî çêbûn, ku ya herî mezin a îsal e.

SOHR, diyar kir ku di kemînê de 26 hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe. Her wiha di şer de 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.