Li gundewarê Dêrazorê kesên ne nas sivîlek qetil kir

Li gundewarê rojhilatê bajarê Dêrazorê kesên ne nas sivîlek qetil kirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser bûyerê lêpirsîn vekiriye.

Li gundewarê Dêrazorê kesên ne nas sivîlek qetil kir
8 sibat, 2021   15:12
DÊRAZOR

Li gundê Ebrîha yê dikeve rojhilatê bajarê Dêrazorê kesên nenas li ser motorsîklêtekê gule li sivîlê bi navê Tirkî El-Mixlif reşandin. El-Mixlif beriya ku bighêje nexweşxaneya bajarokê Bisêra jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe zêde kirine û lêpirsîn dane destpêkirin.

Beriya niha bi çend kêliyan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê El-Seher  du mayîn bê bandor kirin.

Roja çarşema borî kesên ne nas li bajarokê Şihêl sivîlek qetil kir, roja Şemiya borî jî gule li şêniyekî û hevsera wî kirin, di encamê de hevsera wî hate kuştin.

Li gundewarê rojhilat û rojavayê bajarê Dêrazorê êrişên li ser sivîl, rûspî, dewriyeyên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn zêde bûn.

ANHA