Sê welatên erebî têkildarî destwerdanên derve civiyan

Wezaretên karên derve yên Misir, Urdin û Iraqê civînek li dar xist, di civînê de gelek dosyayên cihêreng hatin nîqaşkirin, jê jî rawestandina destwerdanên derve li karên û barên dewletên Ereb.

Sê welatên erebî têkildarî destwerdanên derve civiyan
8 sibat, 2021   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Misirê daxuyand ku di civînê de geşedanên û qadên stratejîk ên hevkariyê û rêbazên pêşxistina aborî û bejrewendiyên sêalî û rewşa gel hatin nîqaşkirin.

Wezarên derve yên her sê dewletan da zanîn ku ji dema lûtkeya Umanê ya sêalî ya Tebaxa 2020’an ve hin pêşketin çêbûn û piştrast kir ku her sê dewletan li gorî xeta hevkariya hevbeş tev gerîn, da ku projeyên stratejîk ên ji bo bejrewendiyên her sê dewletan pêk bên.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Misirê Ehmed Hafiz diyar kir ku di civînê de li ser rewşa siyasî ya li herêmê, nêrînên li ser dosyaya Filistînê û xebata aştiyê, rewşên li Sûriyê, Yemen û Lîbyayê hatin nîqaşkirin. Hafiz eşkere kir ku divê lihevkirineke ji bo dîtina çareyên siyasî ji aloziyên li van dewletan re were dîtin û destwerdanên derve rawestin, da ku parastina serwerî, ewlehî û aramiya van dewletan bê kirin. Li aliyekî din jî lihevkirin li ser geşkirina xebatên hevbeş ên li dijî terorê jî çêbû.

Wezaretên karên derve li Qahîrayê bi serokatiya Misirê civîneke awarte li dar xist, di civinê de nîqaş li ser pêşdeçûnên li herêmê, çawaniya danûstandina bi siyaseta rêveberiya Amerîkayê ya nû re, sazûmaniya Camiyeya Ereb û doza Filistînê çêbûn.

Her sê dewletan, Iraq, Urdin û Misir hewl dan hevalbendiyeke aborî û siyasî bi nave Şama Nû ava bikin.  Lê aliyên herêmê di wê derheqê de bi fikar bûn di serî de dewleta Tirk û Îran.

(fr)