Li Dêrazorê du mayîn hatin bê bandoarkirin

Tîma Endezyariya Mayînan a Dêrazorê li bajarokê El-Seher du mayîn bê bandor kirin.

Li Dêrazorê du mayîn hatin bê bandoarkirin
8 sibat, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Elwekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, li ser agahiyê welatiyekî ku tiştekî bi gumanên li aliyekî rêya giştî ya bajarokê El-Seher ê bakurê rojhilatê Dêrazorê heye, Hêzên Ewelekariya Hundirîn bi hevkariya Tîma Endezraya Rarkirina Mayînan berî dan cihê navborî û cih girtin da ku ziyan neghêjin welatiyan.

Hate zanîn ku du mayîn bi destan hatine çêkirin hatibû bi cihkirin, her yek ji wan 20G madeya TNT a teqîna xurt radike.

Tîma Endezyariya Mayînan beyî ziyan çêbibe her du mayîn bê bandor kirin û ewlehiya rêya giştî ya bajarokê misoger kir.

 (eh)