SOHR: Li rojhilatê Hemayê 19 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

SOHR ragihand ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li rojhilatê Hemayê 19 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHR: Li rojhilatê Hemayê 19 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
3 sibat, 2021   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir li gelek eniyên sêgoşeya Heleb-Hema- Reqayê û çolistanên Hums û Dêrazorê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de berdewam in û got,hêzên hikumeta Şamê operasyonên lêgerînê didome. Çeteyê DAIŞ`ê jî bi rêya kemîn û hedefgirtinan de dixwazin zirarên madî û mirovî bigihînin hêzên hikumeta Şamê.

Di dema ji 24`ê Adara 2019`an û heta roja me ya îro hezar û 270 endamên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên alîgirên wê hatin kuştin.

(şx)