Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Hêzên me bersiva êrişên hovane didin

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî destnîşan kir ku hêzên wan ji beriya 2 mehan ve li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Hêzên me bersiva êrişên hovane didin
3 sibat, 2021   14:40
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser bajarokê Eyn Îsa û rêya navneteweyî yên ji beriya 70 rojan ve didomînin û jîngehan topbaran dikin.

DEWLETA TIRK SIVÎLAN DIKE HEDEF

Heta niha zêdetirî 170 cih li derdora navçeya Eyn Îsayê hatine topbarankirin ku di piraniya wan de sivîl hene. Di encamê de 6 sivîl hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Fermandarê Meclisa Leşekrî ya Girê Spî Riyad El-Xelef di daxuyaniyekê de ji dezgehên çapemeniyê re wiha got: "Hewldanên dewleta Tirk ku gundên li ser rêya navneteweyî M4 bi dest bixe, hîna berdewam in. Rojane bi dehan top û moşek li bajarok û derdora wê dikevin û herî dawîn jî duh bû."

Riyad El-Xelef destnîşan kir ku topên dewleta Tirk tevî zirara madî, li ser jiyana sivîlan xeternak in û wiha domand: "Di encama topbaranê de sivîl tên kuştin. Metirsî ji ber topên ku nateqin û li derdora bajarokê û li ser rêya navneteweyî belav bûne, hene. Di dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişan didomînin de zehmete ku hêzên me wan topan rakin."

`HÊZÊN ME LI BER XWE DIDIN, ŞÊNÎ JI HELWESTA RÛSYA Û HIKUMETA ŞAMÊ NERAZÎNE`

Riyad El-Xelef diyar kir ku hêzên wan li hemberî êrişên dewleta Tirk disekinin û topbarana hovane dighêje gundên El-Meilik, Seyda û Mişêrfê.

Hemxwextî ku hêzên Rûsyayê baregehên xwe yên leşkerî li navçeyê xurt dikin El-Xelef diyar kir ku şêniyên bajarokê ji ber helwesat hêzên Rûsyayê ya ku tenê bi awayekî şeklî li herêmê ye û hêzên hikumeta Şamê nerazî ne.

Dewleta Tirk û komên çete di 23`ê Mijdara 2020`an de dest bi êrişên leşkerî kir da ku bajarokê Eyn Îsayê dorpêç bike û hêza garantor Rûsya hêzên xwe ji baregehekê li başûrê bajarokê vekişand.

QSD`ê  ragihandin ku wan 3 hewldanên derbasbûna herêmê ji hêla çeteyan ve şikandine û di encamê de 65 çete di nav de leşkerên Tirk hene hatin kuştin û 53 çeteyên din jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA