Çeteyên DAIŞ`ê êrişî rojhilatê Hemayê kir

 Îro çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hikumeta Şamê yên li rojhilatê Hemayê kirin, di encamê de 19 leşker di nav de 11 endamên komên alîgirên Îranê hebûn hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî rojhilatê Hemayê kir
3 sibat, 2021   14:50
NAVENA NÛÇEYAN

Şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumetê de hîna jî li gelek eniyan berdewam e, ji wan; sêgoşeya Heleb-Hema û Reqayê ya çolistana Sûriyê. Îro çeteyên DAIŞ`ê êrişî rojhilatê Hemayê kir.

Têkildarî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da xuyankirin ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li rojhilatê Hemayê kirin, di encamê de 19 leşkerên hikumeta Şamê di nav de 11 endamên koma Lîwa Baqir a girêdayî Îranê hatin kuştin.

SOHR`ê beriya niha ragihandibû ku li eniyên sêgoşeya Heleb-Hema û Reqayê û çolistanên Hums û Dêrazorê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Ji aliyekî din ve hêzên hikumeta Şamê ji bo sînordarkirina êrişên DAIŞ`ê, operasyonên lêgerînê didomîne.

Hêzên hikumeta Şamê bi piştevaniya balafirên şer ên Rûsyayê hewl dide ku rêya di navbera Dêrazorê û Humsê bi rêya bombebarkirina nuqteyên çeteyan dabîn bike.

Ji 24`ê Adara 2019`an ve û heta roja îro di encama êrişan, teqîn û kemînên çeteyên DAIŞ`yê yên li çolistana Dêrazorê, Reqa, Hums û Siwêda de hezar û 270 endamên hêzên hikumeta Şamê di nav de 2 leşkerên Rûs û 145 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin. Di heman wê demê de 703 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî herêmê 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de dixebitîn û 11 şivan hatin kuştin.

(eh)