Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya

Meclisa Malbatên Şehîdan di rêzecivînên ku bi malbatên şehîdan re çêdike, li navçeya Amûdê civînek bi malbatên şehîdan re çêkir û tê de banga yekitiyê û mezinkirina asta têkoşînê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê bi malbatên şehîdan re civiya
3 sibat, 2021   15:06
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê civînek ji malbatên şehîdan re çêkir.

Civîn li kluba Beylesan a li navçeyê bi tevlêbûna 400 malbatên şehîdan li dar ket.

Hola civînê bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûde Zîwer Elî axivî û got: “Malbatên şehîdan bi giyana welatparêziyê û berpirsyariyê û bi fedekariyên zarokên xwe rolek di serxistina şoreşa me de lîst û hişt ku bigihêje vê astê.”

Ji fermandarên YPJ`ê Avîndar Denîz axivî û bang li şêniyên herêmê kir ku asta têkoşînê mezin bikin da ku li hemberî dijminan li ber xwe bidin û planên wan têk bibin. Avîndar wiha domand: “Kesek nikare me biparêze. Heke em bixwezin azad bijîn, divê em asta têkoşînê mezin bikin û li rex hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe bidin û bibin yek. Tenê wisa em dikarin tevahiya komployên li dijî gelê me bişikînin.”

Di dawiya civînê de koma Agirî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê berhemên hunerî pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA