Li Minbicê careke din sivîl bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê

Duh bi şev, gundên li bakur û rojavayê Minbicê li ser dirêjahiya eniyên şer bi herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de, rastî topbaraneke hovane ji hêla çeteyên dagirkera Tirk ve hatin.

Li Minbicê careke din sivîl bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê
Li Minbicê careke din sivîl bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê
Li Minbicê careke din sivîl bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê
3 sibat, 2021   15:26
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, gundên li bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin.

Gundên Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê, Seyda yê li rojavayê Minbicê, Ereb Hesen, Mihsenlî, Tuxar, Hoşeriye û gundê El-Cat bi çekên giran û navîn hatin topbaran kirin.

Li gorî şêniyên wan gundan, topbarana duh ji saet 7:00`an êvarê heta saet 1:00`an piştî nîvê şevê hemwextî êrişên li derdora Eyn Îsa, rêya M4 û gundê Seyda li bakurê Eyn Îsayê, berdewam kir.

Ji ber topbarana hovane, gelek zirar bi milkên şêniyên wan gundan çêbûn.

/ar/uploads/files/2021/02/03/143431_abrahym-shykh-hsn.webp

Îbrahîm Şêx Hisên ê ji gundê Ereb Hesen ku bi 20 kîlometran ji Minbicê dûr e, got: “Toparan duh bi şev destpê kir û baran dibarî. Gule li ser serê me barîn. Em ji mal derneketin.”

Şêx Hisên diyar kir ku ji ber topbaranê û sûcên çeteyên dewleta Tirk ew nikare biçe nav zeviyê xwe.

Her wiha îşaretpê kir ku beşek ji mala wî ji ber topbarên hilweşiye, ruxmî wê jî destnîşan kir ku ew ê li ber xwe bidin û ji malên xwe dernakevin.

(şx)

ANHA