ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2021
31 ÇILE, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got, mayîna ENKS'ê di nav "Îtîlafa Sûrî" de dihêle ku bibe şirîka sûcên ku dewleta Tirk a dagîrker pêk tîne. Şêniyan bang li ENKS`ê kir ku yekser ji îtîlafê vekişe û piştgiriya yekitiya kurdî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Li Idlibê berê her kesî ber bi çiyayê Zawiyê ve ye û ew jî bûye cihê çeteyan û nuqteyên artêşa Tirk a dagîrker û ji ber vekişandina wê ya ji pêşiya hêzên hikumeta Şamê ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digire bûye cihê nuqteyên leşkerî yên mezin.  Li çiyayê Zawiyê zêdetirî 6 hezar leşkerên dewleta Tirk û sewqiyetên mezin ên hikumeta Şamê li seranserî sînorên wê hene. (BI WÊNE).

DOSYA

- Hinek aliyên herêmî û navneteweyî hewl didin ewlehiya li herêmên Dêrazorê têk bibin. Ji bo wê jî şaneyên DAIŞ`ê di êrişên xwe yên li dijî rûspî û şêxên êlan de bi kar tînin. Aliyên têkildar jî hewl didin rê li pêşiya tevgera van şaneyan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa siyaseta nû ya DYA’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên nû yên dewleta Tirk kir, li aliyekî din jî çavdêran got dewleta Tirk derxistina nakokiyên li Yemenê ranawestîne û li Lubnanê jî xwepêşandanê rojane fireh dibin. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên ji Efrînê komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifetê pêk anîne, şermezar kir û got, gelê Efrînê xwediyê vîna azad e, dev ji xaka xwe bernedin û dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kuştina Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir Seida El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr hişt ku bi hezeran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo cezakirina kesên ev sûc pêk anîne, xwepêşandanan lidar xînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA