Panorama hefteyê: Peyamên DYA'yê li dijî dewleta Tirk li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa siyaseta nû ya DYA’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrişên nû yên dewleta Tirk kir, li aliyekî din jî çavdêran got dewleta Tirk derxistina nakokiyên li Yemenê ranawestîne û li Lubnanê jî xwepêşandanê rojane fireh dibin.

Panorama hefteyê: Peyamên DYA'yê li dijî dewleta Tirk li Sûriyê
31 ÇILE, 2021   05:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Sûriyê, destwerdana dewleta Tirk li Yemenê û aloziya Lubnanê kirin.

`AMERÎKA HÊZÊ RÊDIKE BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYÊ`

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: "Hêzên Amerîkayê hinek tevger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, armanca wê ew bû ku Tirkiyê rawestîne û nehêle ku derbasî rojhilatê Firatê bibe."

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku "Hêzên Amerîkayê hejmareke mezin a tank û maşîneyên zirxî anîn baregeha xwe ya Dêrikê û gundewarê Hesekê. Her wiha bi tena xwe li seranserî herêma sînor dewriyeyeke pêk anî. Di nava 48 saetên derbasbûyî de jî Amerîka hêz derbasî heman baregehê kiribûn, tê gotin ku Amerîka dixwaze li gundewarê Dêrikê baregeheke nû ava bike, ku li ser sêgoşeya sînorîn Sûriyê-Tirkiyê- Iraqê ye."

Rojnameyê got ku ev liv û tevgera Amerîkayê piştî gefa Tirkiyê a hewldana oporerasyoneke lişkerî ji bo desteserkirina herêma sînor pêk hat."

PIŞTÎ LIHEVHATINA BI SIÛDIYÊ RE JÎ TIRKIYÊ DÊ LI KENDAVA EDANÊ BIMÎNE

Der barê liv û tevgera Tirkiyê li herêmê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tevî zimanê aram ê di navbera Tirkiyê û Siûdiyê û tevî ku Tirkiyê dixwaze sûdê ji lihevhatina kendavê wergire jî, lê xuyaye ku Tirkiyê dê liv û tevgera xwe ya biguman li Yemen û Afrîkayê ranewestîne. Ji xwe biryara serokatiya Tirkiyê ya dirêjkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li herêmê nîşana vê tiştê ye".

Serokatiya Tirkiyê pêşnûmeyek arasteyê perlemanê kir da ku erkdariya hêzên deryayî yên Tirikiyê li kendava Edanê û deryaya El-Ereb û ava herêmê ya Somaliyayê ji bo saleke din dirêj bike.

LI LUBNANÊ JI BO REWŞA JIYANÎ PROTESTO

Der barê rewşa Lubnanê de  rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çend welatiyên Lubnanê li bajarê Terablus  (bakur) û Seydayê (başûrê Lubnanê) çalakiya protestoyê li dar xist, li dijî têkçûna rewşa jiyanî û dewamkirina rewşa "girtina welat" a girêdayê pêşîlêgirtina koronayê".

Li pêşiya koşka Biebdayê ya bajarê Terablusê, çend welatiyên Lubnanê tevlî protestoyê bûn, li dijî têkçûna rewşa jiyanî û girtinê.

Hin welatiyên din jî rêyên bajarê Terablusê bi tekeran û barîkatan girtin, hinekên din jî li herêma Elqube ya Terablusê meş lidar xistin û silogan avêtin û gotin eger daxwazên wan pêk neyên ewê çalakiya xwe dewam bikin.

(fr)