'ENKS'ê bi mayîna xwe ya di nava îtîlafê de hevkarê sûcên dewleta Tirk e'

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê got, mayîna ENKS'ê di nav "Îtîlafa Sûrî" de dihêle ku bibe şirîka sûcên ku dewleta Tirk a dagîrker pêk tîne. Şêniyan bang li ENKS`ê kir ku yekser ji îtîlafê vekişe û piştgiriya yekitiya kurdî bike.

'ENKS'ê bi mayîna xwe ya di nava îtîlafê de hevkarê sûcên dewleta Tirk e'
31 ÇILE, 2021   03:28
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Tevî sûcên ku artêşa Tirk a dagîrker bi hevkariya "Îtîlafa Sûrî" li dijî gelê Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di "Îtîlafa Sûrî" de ye.

Manyîna ENKS`ê ya di nava îtîlafê de bandoreke neynî li biryarên der barê yekitiya kurdî dike û hemû daxwazên ENKS`ê xizmeta dagîrkeriyê dike. 

Girêdana ENKS`ê ya bi "Îtîlafa Sûrî" ve, nerehetiyekê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çêdike û gel ENKS`ê wekî hevkara van sûcan bi nav kir.

/kr/uploads/files/2021/01/30/211748_-.webp

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Elî Dawê yê ji navçeya Dirbêsiyê li ser mijarê got, sedema ku ENKS`ê ji "Îtîlafa Sûrî" venakişe parastina berjewendiyên kesayetî û partîtiyê ye û diyar kir ku ENKS'ê baş dizane ku îtîlafê çi bi gelê Kurd ên li Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên dagirkirî kiriye.

Ebdulbaqî Dawê da zanîn ku ENKS`ê îdia dike ku ew nûnertiya gelê Kurd dike û wiha dom da axaftina xwe: "Gelo çawa nûnertiya gelê Kurd dike? Ma rojekê ji Îtîlafa Sûrî pirsîye ka çima jinên li Efrînê têne revandin  û gelê Kurd têne qetilkirin?"

Dawê bang li ENKS`ê kir ku ji "Îtîlafa Sûrî" ya ku  gorî planên dewleta Tirk a dagîrker tev digere, vekişe û got:"Cihê durist ê ENKS`ê Rojava û nav gelê Kurd e, cihê wê ne di nav Îtîlafa Sûrî de ye ya ku raste rast girêdayî dewleta Tirk a dijminê gelê Kurd e."

Ebulbaqî Dawê di dawiya gotina xwe de got, gelê Kurd dê hesab ji ENKS`ê bixwaze. Her wiha bang li kesayetên welatparêz ên di nava ENKS`ê de kir ku rê li pêşiya kesên ku li ser hesabên doza kurdî hesaban dikin bigire.

ꞌMAYÎNTÊ WATEYA HEVKARÎꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/30/211815_-.webp

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Ebdulrehman axivî û diyar kir ku mayîna ENKS`ê ya di nava "Îtîlafa Sûrî" de tê wateya ku hevkariya dewleta Tirk a dagîrker e ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî sûcan pêk tîne.

Ebdulrehman di berdewamiya gotina xwe de eşkere kir ku hebûna ENKS'ê ya di nava " Îtîlafa Sûrî" bandoreke neyinî li hewldanên avakirina yekitiya kurdî dike û daxwazên wê yên guhartina peymana civakê ne li gorî berdêlên ku şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane.

Ebdulrehman bang li ENKS`ê kir ku têkiliyên xwe ji "Îtîlafa Sûrî" bibire û piştgiriya yekitiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û got: "Em bira ne û divê li dijî dijminên gelê Kurd bisekinin.

/kr/uploads/files/2021/01/30/211831_-.webp

Şêniya bi navê Emîna Şemdîn bang li ENKS`ê kir ku ji "Îtîlafa Sûrî" vekişe û got, hebûna ENKS`ê ya bi vî rengî nayê qebûl kirin.

/kr/uploads/files/2021/01/30/211847_-_1.webp

Şêniyê bi navê Ferhan Mîrzo jî axivî û da zanîn ku vekişandina ENKS`ê ya ji "Îtîlafa Sûrî" dê isbat bike ku ENKS`ê ji bo yekitiya kurdî gavan diavêje. Her wiha bang li tevahî partiyan kir ku dev ji kiryarên ku zirarê digihînin yekitiya kurdî berdin, ji ber ku ev dem ji bo yekitiya kurdî girîng e.

(eh)

ANHA