Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 1

Hikumeta Baasê siyaseta paşguhkirinê li Dêrazorê dimeşand. Lê piştî ku şoreşê dest pê kir û şênî ketin nava hêviyên azadiyê, Cebhêt El-Nusra û DAIŞ herêm xistin bin kontrola xwe û heya 4 salan herêm bi pêvajoyeke tarî re rû bi bû hîştin. Bi rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD`ê ve li Dêrazorê roja azadiyê hil hat. Meclisa Sivîl a Dêrezorê bi qebîle û eşîran re hewl dide herêmê ji nû ve ava bikin.

Dêrazor… ji paşguhkirin û serdema tarîtiyê ber bi birêxistinbûn û xebatê ve - 1
28 ÇILE, 2021   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Qebîle û cografiya Dêrazorê

Herêma Dêrazorê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Dêrazor li ser sînorên Sûriye-Iraqê ye û herêmên wê di navbera her du qiraxên çemê Firatê de ne. Mezintirîn zeviyên petrol û gazê li Sûriyê wekî El-Umer, El-Teym, El-Werd, El-Tenek û Konîko, li Dêrazorê ne. Herêma Dêrazorê bi rengê xwe yê eşîrtiyê tê nasîn, ji ber wê yekê hêzên derve ku dest li aloziya Sûriyê werdane hewl didin wê herêmê têxin bin kontrol xwe da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Di 5 beşên dosyayên ku wê werin dayîn de, dê behsa erdnîgariya Dêrazorê û qebîleyên wê were kirin. Di van dosyayan de wê behsa rewşa herêmê a berî û piştî aloziya Sûriyê û heta dema serweriya DAIŞ`ê li ser herêmê û piştre rizgarkirina wê ji aliyê QSD`ê ve, her wiha planên qirêj ên li dijî herêmê tên meşandin û xebatên Rêveberiya Sivîl ên ji bo birêvebirina herêmê, were kirin.

Di beşa yekemîn a dosyayê de, em ê behsa erdnîgarî û qebîleyên li Dêrazorê dijîn bikin.

Herêma Dêrazorê dikeve Rojhilatê Sûriyê û li ser sînorên bi Iraqê re ye. Ew nêzî 500 km dûrî paytexta Sûriyê Şamê ye. Li Bakur Rojhilatê wê bajarê Hesekê ye, li bakur rojavayê wê Reqa ye û li rojava başûrê wê jî bajarê Humisê ye.

Dêrazor yek ji herêmên herî kevin ên Sûriyê ye ku tê de xelk bi cih bûye. Li gorî belgeyên dîrokî, dîroka Dêrazorê vedigere 9 hezar B.Z, lê berê bajarekî mezin lê çênebûye û her tim navendeke şartistaniyê ya girêdayî herêm û xanedanên cîranan bû. Navê wê yê herî kevin “Şûra” ye.

Bi giştî rûpîvana Dêrazorê 33060 km2 e, hejmara niştecihên wê beriya sala 2011`an nêzî 1.7 milyon kes bû anku ji sedî 7 ji hejmara niştecihên Sûriyê bû. Li gorî belavkirina îdarî ya hikumetên Sûriyê, piştî bajarê Humisê, Dêrazor duyemîn mezintirîn bajarên Sûriyê ye.

Piraniya niştecihên Dêrazorê Ereb in, hin malbatên Kurd, Suryan û Turkmen jî lê hene. Beşê mezin ji erebên wir girêdayî eşîran in. Ew eşîr di jiyana civakî, aborî, siyasî û leşkerî de xwedî roleke mezin û girîng in. Ji ber ku şênî di radeya yekmîn de girêdayî eşîran in. Ji ber wê yekê hemû rêjîmên ku Sûriyê hikum kirine û beriya rizgarkirina Dêrazorê, serokên eşîran bi kar dianîn.

Çemê Firatê herêma Dêrazorê dabeşî du beşan dike. Piraniya bajarên mezin wekî navenda bajêr, Meyadîn, Bokemal û El-Eşare li rojavayê çemê Firatê ne.

Dêrazor xwedî cihekî girîng e, ew ji berê ve û heta niha navend û stasyona karwanên bazirganiyê ye yên diçin Bexdayê û jê tên. Her wiha ew li ser rêya di navbera herêma Cizîrê û paytexta Sûriyê Şamê de ye. Niha, Dêrazor ji bo aliyên şerê Sûriyê û heta ji bo Iraqê ji ber sînorên wê yên hevbeş bi parêzgeha Enbar a Iraqê re û dergeha El-Qaim a sînorî, erdnîgariyeke  girîng e.

 DI ALIYÊ ÎDARÎ DE

Di aliyê îdarî de, Dêrazor dabeşî 3 herêman dibe; ya yekê bajarê Dêrazorê ye: navenda wê bajarê Dêrazorê ye û 6 navçeyên wê hene: El-Bisêra, El-Kesra, El-Tebenî, Xeşam, Mohisen û El-Sor, ya duyemîn bajarê Meyadîn e: navenda wê bajarê Meyadîn e û 2 naçveyên wê hene: El-Eşare û Zêban, ya sêyemîn jî bajarê Bokemal e: navenda wê bajarê Bokemal e û 4 navçeyên wê hene: Hecîn, Sûsê, El-Celaa û Salihiyê.

Niştecihên Dêrazorê, ji herêma li rojhilatê çemê Firatê re dibêjin (Cizîrê), ji ya rojavayê çemê Firatê re jî dibêjin (Şamiyê). Çemê Xabûr ku ji bajarê Hesekê tê, li bajarê El-Bisêra tevlî çemê Firatê dibe. Ji ber faktorên hewayê û avakirina bendan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser çavkaniyên çem ên li Bakurê Kurdistanê, çem bi rêjeyeke mezin zuha bûye.

BERHEM

Axa li qiraxên çemê Firatê ji bo çandiniyê pir baş e û di aliyê aborî de şêniyên Dêrazorê pir sûdê jê digirin. Li wê derê, gelek berhemên cuda wekî genim û pembo di radeya yekemîn de û şewender û garis, tên çandin. Şêniyên Dêrazorê bi rêjeyeke mezin sewalan xwedî dikin, bi taybetî çêlek, mih, deve û hesp.

Li bajarê Dêrazorê gelek berhem hene, di serî de petrol, gaz, berhemên çandiniyê û av. Her wiha miqdara mezin a gaz û petrola "sivik" li Sûriyê, ku ji giştî berhemdariya petrol û gazê li Sûriyê ji sedî 24 li Dêrazorê ye. Mezintirîn zeviyên petrolê wekî El-Umer, El-Teym, El-Werid li Dêrazorê ne. Her wiha 8 bîrên petrol ên herî mezin li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ne. Dîsa çavkaniyeke sereke ya xwê li Sûriyê li herêma Dêrazorê ye bi taybetî li bajarokê Meidan.

QEBÎLEYÊN DÊRAZORÊ

Herêma Dêrazorê her wiha xwedî rengekî olî ye û tê de tevgera Sofiyan bi rêjeyeke mezin belav e. Li gorî çavdêrê giştî yê koma Îxwam Mislimîn Ednan Seid El-Dîn, gelek şêniyên Dêrazorê bi rêya koma Îxwan Mislimîn di salên 1950`î de tev li tevgerên îslamê bûn, ku sala 1950`î bi awayekî pratîk di nava eşîran de belav bû. Piştî sala 2000`î hikumeta Şamê hewl da Şîiyetê di nava şêniyên Dêrazorê de bi pêş bixe.

Dêrazor yek ji herêmên qebîleyan e li Sûriyê û mezintirîn qebîleyên wê El-Igêdat (El-Iqêdat) û El-Beqare ne.

Qebîleya El-Igêdat ji Erebên Qehtaniyên ku paşnavê wan jî El-Qehtan e û cihê wan ê resen Nîvgirava Ereban e, her wiha li Iraq û Sûriyê jî belav dibin.

3 şaxên qebîleya El-Igêdat hene; Camil (Kamil), Cemal (Kemal) û Zamil û ji wan ev eşîr hene: Eşîrên Camil (El-Bekîr, El-Şiwêt, El-Borehme, El-Bohesen, Zewahir, El-Salih, El-Telai El-Hemed) li bajarokê El-Şihêl in, her wiha eşîrên (El-Bo Izzedîn, El-Bo Xelef). Eşîrên El-Bo Kemal (El-Bo Cemal) jî ev in: (El-Hesûn, El-Miraşde, El-Bo Murîh, El-Demîm, El-Îzar). Eşîrên Zamil jî (El-Şiêtat) in.

Her wiha hin eşîrên hevalbendên qebîleya El-Igêdat hene wekî (Mişahide, El-Bo Xabûr ku 3 şaxên wê hene “El-Bo Umer, El-Bo Helêhil, El-Bo Meyît”, El-Bo Seraye, El-Mitarde, El-Merasimê, El-Bo Xatir, El-Cexayife, El-Bo Lêl û El-Qerian).

Niha, her du kurên Xelîl El-Ebûd El-Cedian El-Hefel, Museib û Îbrahîm mîrên qebîleya El-Igêdat in.

Qebîleya El-Igêdat li ser dirêjahiya her du qiraxên çemê Firatê belav dibin, qiraxa rojava ji aliyê bakur heta rojava ji gundê El-Boêtiyê heta bajarê Bokemalê li ser bejahiya nêzî 165 km belav dibin. Li qiraxa rojhilat jî ji gundê Cidêd Iqêdat heta çiyayê Baxozê li hemberî bajarê Bokemal ber bi başûr ve li ser bejahiya nêzî 110 km belav dibin. Her wiha li 33 gundên li ser çemê Xabûr bi cih dibin, piraniya wan ji eşîreya El-Bikêr in û herî zêde li Meyadîn û Bokemal in.

QEBÎLEYA EL-BEGARE

Esilê qebîleya El-Begare ji erebên Ednanî ne ku paşnavê wan li ser navê Ednan kurê Îsmaîl kurê Îbrahîm Xelîl e. El-Begare dabeşî du beşan dibin: Beqare Zor ku vedigere niştecihbûna wan li Dêrazorê û Begare El-Cebel ku vedigere çiyayê Ebdulezîz (çiyayê Kezwana).

Qebîleya El-Begare ji 2 şaxa pêk tê; Ebad û Ubêd. Her wiha 28 eşîr girêdayî wan in; (El-Bo Meisa, El-Bo Meîş, El-Bo Ereb, El-Bo Salih, El-Meşhûr, El-Kilêzat, El-Bo Sultan, El-Ibêdat, El-Abid, El-Bo Berdan, Eliyan, El-Bo Şelhûm, El-Hemed El-Ebêd, El-Xencer, Reîfi, El-Ebid El-Cadir, Raşid, El-Menasira, El-Bo Rehmê, El-Bo Hesen, El-Bo Şêx, El-Bo Misllem, El-Bo Elaw, El-Bo Şemis, El-Beid El-Kerîm, El-Mêrxat). Niha Hacim El-Beşîr serokê qebîleya El-Begare ye.

Qebîleya El-Begare hevalbendê qebîleya Bo Bedran re yên ji Sadetê Huseynî ne (ku piraniya wan Şîa ne).

Qebîleya El-Begare li qiraxa çepê ya çemê Firatê (Cizîrê) dikeve, 70 km li rojava û 40 km li rojhilatê Dêrazorê ber bi bidawîbûna çemê Xabûr ve ye. Qebîleya El-Begare li gundê Cidêd Igêdat û Cidêd El-Begare tevî qebîleya El-Igêdat dijî. Rêjeyeke mezin ji wan li bajarê Dêrazorê dijîn, ji wan malbatên Ayiş, Eyyaş û El-Hatab ku wekî xwediyên bajarê Dêrazorê tên nasîn.

Bi giştî gundên ku El-Begare lê bi cih dibin, gundên navçeyên El-Kesra û Merat in, anku ji gundewarê rojhilatê Dêrazorê û heta bajarokê El-Bisêra, ji gundên (Hisêniyê, Miêşiyê, Sefîra Jorîn, Sefrîa Jêrîn, Hetla, Merat, Kesra, Mezlûm, Xeşam, Tabiyê, Sedûnî, Cidêd Begare, Cizîra Mêlac, Cezira Bo Hemêd, Şatî, El-Hîsan), her wiha li erdên ji rojhilatê rêya Dêrazor-Hesekê û heta çiyayê Ebdulezîz (Kezwana) belav dibin.

Beşekî qebîleya El-Begare li herêma Cizîrê, Helebê û beşekî kêm jî li Urdun, Tirkiyê û Iraqê, bi cih dibin.

‘QEBÎLEYA EL-QELIYÎN’

Qebîleya El-Qeliyîn jî ji eşîrên (El-Bo Xelîl, Sînan, Nasir, El-Weys û Umer, El-Bo Mistefa) pêk tê. Pêkhateyên qebîleya El-Qeliyîn li bajarê Meyadîn û derdorê wê bi cih dibin, her wiha di navbera bajarê Dêrazorê li (El-Wesat) û Meyadîn de li (El-Bo Mistefa û El-Bo Xelîl) bi cih dibin. Hinek ji wan li cihê bidawîbûna çemê Xabûrê dijîn. Hin eşîrên din jî wekî El-Aniyîn, El-Rewawiyîn û El-Kerabile, El-Mişahide, El-Sade, Qeys, Turkmen, Ermen, Kurd, Iqêdat, Ubêd, Enza, Bo Şeban, El-Bo Hemîd û Çerkes, jî bi wan re dijîn.

Gelek qebîleyên din li Dêrazorê hene wekî; El-Cebûr, Wetîi, Delîm, Zubêd, Şemmer û El-Bo Seraya. Eşîra El-Bo Lêl a Dêrazorê girêdayî qebîleya Şemmer e, eşîra El-Cewaşne jî girêdayî qebîleya Taîi ye, El-Cixaêfe girêdayî qebîleya El-Cebûr e, eşîra El-Cihêş jî girêdayî qebîleya Zubêd e.

Her wiha hin eşîr li Dêrazorê hene ku ne girêdayî tu qebîleyên navborî ne ew jî; eşîra El-Bo Bedran ku li herêma bakurê bajarê Bokemal e, eşîra El-Lehîb (Lehîbî), eşîra El-Zefîr. Hin eşîr jî hene girêdayî qebîleya Enza ne, wekî El-Bo Dibiş, El-Xabûr, El-Bo Rebah, El-Bo Erefat, El-Bo Şelhûm. Hin eşîrên din jî hene wekî El-Muamire, El-Neîm, El-Cewalixa û El-Bo Bedran xwe bi  (Al El-Beyt) bi nav dikin.

Piraniya eşîrên Dêrazorê ji mezhebê Sunî Henefî ye, beşekî kêm ji wan ji Şîa ne. Li gorî lêkolîneke Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk, gelek rêbazên Sofî wekî Neqeşbendî, Xeznewî, Şazilî û Qadiriyê hene girêdayî Ebdulqadir El-Cêlanî ye, El-Refaiy girêdayî Seyid Ehmed El-Refaiy ye ku serokên wê bi “Sade El-Eşraf” bi nav dikin û paşnavê xwe kirine “Al El-Beyt”, ew niha li Dêrzorê ne.

SIBÊ: DÊRAZOR..JI HIKUMÊ BAAS HETA HIKUMÊ CEBHETA NUSRA Û DAIŞ`Ê

(cx)

ANHA