Şêniyên Efrînê: Heta rizgarkirinê berxwedan rêya me ye

3 sal di ser dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas bû, lê hîna jî şêniyên Efrînê li ber xwe didin û ji bo rizgarkirina bajarê xwe tê dikoşin. Lê civaka navneteweyî li hemberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê bê deng e.

Şêniyên Efrînê: Heta rizgarkirinê berxwedan rêya me ye
28 ÇILE, 2021   04:01
HELEB – HENAN MIHEMED

Şêniyên Efrînê yên li bajarê Helebê destnîşna kirin ku dewleta Tirk a dagirker hovantirîn cureyên sûcan li dijî şêniyên Efrînê pêk anîn. Dewleta Tirk sûcên xwe çi li dijî şêniyên ku li Efrînê mane yan jî li dijî sivîlan li Şehbayê didomîne. Bi taybet navçeya Til Rifetê ya ku dem demê rastî topbaranê ji hêla dagirkeriya Tirk ve tê û komkujî li djî şêniyên wê pêk tî.

Şêniyên piştrast kir ku ew bi berxwedanê û têkoşînê heta rizgarkirina axa xwe ve girêdayî ne. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî gelê Efrînê bînin cih.

ꞌNOLA VAN SÛCAN TUNE YEꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/27/212523_-.webp

Welatiyê bi navê Elî Elî yê ji Efrînê ku wekî gelê Efrînê ji ber sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê kirine, necar maye ji bajêr derkeve axivî û diyar kir ku bûyerên ku li Efrînê çêbûne, ji êrişkirinê bigire heta bigihêje dagirkirinê, di dîroka cîhanê de mîna wê çênebûne. Dewleta Tirk xwedî dîrokeke bi sûcan û qirkirinên li dijî pêkhateyan û kêmneteweyan dagirtî ye.

Elî Elî wiha gotina xwe dewmam kir:"Artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanca çewisandina nasnameya Efrînê û mayîndekirina dagirkirina xwe mîna ku li Lîwa Skenderon kiriye, sûcên xwe li dijî şêniyên Efrînê ji kuştin, revandin, şantajkirin, dizî û guhertina demografîk didomînin.”

Elî Elî wiha gotina xwe qedand:"Ev sûc li hemberî çavên cîhanê têne kirin û her kes dibe şahidê hovîtiya Erdogan û çeteyên wê, lê dîsa jî tu helwestekê nîşan nadin ku gelê herêm biparêzin."

/kr/uploads/files/2021/01/27/212620_-.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Xatûn Henan axivî û behsa rojên ku gelê Efrînê dê heta sax bin ji bîr nekin kir û got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Efrînê sûcên hovane kirin, di encamê de bi hezaran niştecihên wê koçber bûn û bi sedan kes ku pirraniya wan zarok û jin bûn şehîd ketin.”

Xatûn der barê mijarê de wiha domand:"Dewleta Tirk hesabê ji yekitiya gelê herêmê û projeya neteweya demokratîk re dike û vê yekê hişt ku bi bihaneyan Efrînê û herêmên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. dewleta Tirk hîna jî şerê taybet û siyaseta parçe bike li herêmên din dimeşîne.”

ꞌŞOPDARÊN RÊYA ŞEHÎD Û BERXWEDANÊ BINꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/27/212700_-.webp

şêniya bi navê Sîham Îbrahîm jî axivî û peyama van xalan da:"Dewleta Tirk li herêmên Şehba û Helebê hewldana derxistina fitneyan di navbera sivîlan de dike. Her çend rojan gund û bajarên ewle topbaran dike. Lê gelê herêmê lîstokên dewleta Tirk baş nas dikin û çi qasî sûcan li dijî gel bike dê nikaribe vîna wan bişkîne û dê şopdarên rêya berxwedan û şehîdan bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AE8aqeYyHMY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>