Çeteyên dewleta Tirk topek avêt rojavayê Kobanê

Çeteyên artêşa Tirk a dagirke ji bajarê Cerablusê yê dagirkirî topek avêt gundê Zormixar ê li rojavayê bajarê Kobanê.

Çeteyên dewleta Tirk topek avêt rojavayê Kobanê
24 ÇILE, 2021   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Topek  li gundê Zormixar ê dikeve aliyê rojhilatê çemê Firatê yê rojavayê Kobanê ket û ziyan tune ye.

Li gorî agahiyan çeteyên artêşa Tirk top ji bajarê Carablusê yê dagirkirî avêtiye.

Ev yek piştî du rojan ji êrişa hewayî ya balafira bê pilot a Tirkiyê pêk hat ku di encamê de sivîlek birîndar bûbû.

Têkildarî vê yekê bi dehan şêniyên Kobanê îro li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li rojavayê Kobanê protosto kir û êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê û bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişên xwe li navçeya Eyn Îsayê didomînin û  navçeya Til Rifetê û herêmên Şehbayê jî topbaran dike. Di encama bombebarana artêşa Tirk ji Til Rifetê re de roja Şemiya derbasbûyî 3 sivîl şehîd ketin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

(eh)

ANHA