Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin

Ji bo gerîlaya HPG'ê Heyfa Remo (Evîn Şîlan) a ku di berxwedana Heftanînê de şehîd bûbû, merasîmekî xiyabî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
Ji bo şehîd Evîn Şîlan merasîmek hate lidarxistin
24 ÇILE, 2021   14:35
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan  a bajarê Qamişlo ji bo gerîlaya HPG'ê Heyfa Remo (Evîn Şîlan) a ku 11'ê Tîrmeha 2020'an di berxwedana Haftanînê de şehîd bûbû, merasîmek li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi sedan şêniyên Qamişlo beşdarî merasîma bûn. Di merasîmê de diruşmeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo got: "Em şehadeta Evîn Şîlan li rêberê felsfeya azad Abdullah Ocalan û malbata şehîd pîroz dikin."

Şemsîxan Gulo  her wiha got, şehîd Evîn Şîlan li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan mezin bû û di oxira parastina welat de şehîd bû.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Ebdulruhman soza şopandina xeta şehîdan da û got ku ew berxwedan û fedekariyên şehîdan ji xwe bikin silogan.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Evîn Şîlan radestî malbata wê kirin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(dm)

ANHA