Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeha  xwe li Til Koçerê vekir

Partiya Sûriya Pêşerojê bi merasîmekê nivîsgeha xwe li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo vekir.

Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeha  xwe li Til Koçerê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeha  xwe li Til Koçerê vekir
Partiya Sûriya Pêşerojê nivîsgeha  xwe li Til Koçerê vekir
24 ÇILE, 2021   15:01
QAMIŞlO

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û nûnerên saziyên sivîl ên li navçeyê beşdarî merasîma vekirina nivîsgehê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Serokê Meclisa Qamişlo ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Dexîl axivî û hêvî kir ku ev nivîsgeh armanc, plansaziya partiyê ya avakirina civaka azad û pêkanîna armancên ku partî ji bo wê tê dikoşe bi cih bîne.

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Şîlan Ehmed kiryarên ku endamên bi navê "Dîfa Wetanî" yên girêdayî hikumeta Şamê duh li Qamişlo pêk anîn şermezar kir û wiha gotina xwe dewam kir: "Ev kiryar gefan li ewlehiya herêmê û aştiya gelan dixwe, di heman demê de em komkujiya ku artêşa Tirk duh li dijî Til Rifetê pêk anîn û di encamê de 2 zarok û jinek bûn qurban û 9 kesên din birîndar bûn, şermezar dikin."

Şîlan diyar kir ku kiryarên terorîst ên li dijî sivîlan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên li Hesekê û Şedadê hemû bi hev ve girêdayî ne û got armanc ji vê yekê têkbirina aramiya herêmê ye.
Şîlan Ehmed got ku Partiya Sûriya Pêşerojê dê rêya xwe ya misogerkirina azadiya gelan berdewam bike.

Di dawiyê de dayikên şehîdan ên li Til Koçerê nivîsgeh vekir û slogan berz kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1SDM0B3PkiI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>