Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin

Bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Xalid El-Hesen El-Kerad li goristana şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê spart axê.

Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin
Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Xalid El-Kerad oxir kirin
24 ÇILE, 2021   14:16
REQA

Şênî li qada Selam  a li navenda bajarokê El-Keramê ê rojhilatê Reqayê kom bûn û bi karwanekî ber bi goristana şehîd Sêvdar a li bajarokê Cidêdat  ve cûn.

Li Goristana Şehîd Sêvdar piştî deqeyek rêzgirtinê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn toraneke leşkerî li dar xist. Piştre ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê Ebdulmutî Mihemed axivî û behsa rola şehîdan di pêkanîna aramiyê di herêmê de kir.

Ebdulmutî got:"Destên xiyanetê yên ku dirêjî gihand rêhevalê me, dê eşkere bibe û hesab jê were xwestin, her wiha kiryarên terorîst ên ji hêla çeteyan ve têne kirin dê îsrara me ya parastina ewlehî û aramiya herêmê, zêde bike."

Serokê Meclisa herêma El-Keramê Îbrahîm El-Ebas destnîşan kir ku armanca hedefgirtina endamên Ewlehiya Hundirîn û endamên Meclisên Sivîl ew e ku tirsekê di nav kesên din de biçîne, da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe. Her wiha got ku ev kiryarên wan dê îradeya gelên herêmê yên parastina destkeftyan, zêde bike.

Endamê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Elî El-Şeb seraxî ji malbata şehîda re xwest û got: "Em di saziyên sivîl û leşkerî de li hemû eniyan parastina vê xakê bikin."

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma El-Keramê Ibtîsam El-Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd bû.

Piştre rêhevalên şehîd bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd spartin axê.

Hêjayî gotinê ye ku şehîd Xalid El-Hesen li bajarokê El-Keramê yê rojhilatê bajarê Reqayê ji dema erka xwe bi cih dianî ji hêla şaneyên çeteyan ve hate şehîdxistin.

 (dx-dm)

ANHA