Dergeha El-Salihiyê ya Dêrazorê hat vekirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê dergeha El-Salihiyê vekir. Dergeha El-Salihiyê herêma Dêrazorê bi herêmên hêzên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê ve girê dide.

Dergeha El-Salihiyê ya Dêrazorê hat vekirin
24 ÇILE, 2021   11:31
DÊRAZOR-ELÎ SALIH

Ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) derî salekê hat girtin. Her wiha vekirina wê tevgera şêniyan a di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hêsantir kir.

Dergeha El-Salihiyê dergeha sereke ya aliyê bakurê Dêrazorê ye, her wiha rêyê nêzî 140 kurt dike.

Li gorî lihevkirina Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û hikumetê, derî dê hefteyê 3 rojan (şemî, duşem û çarşem) ji seat 09.00'an heta 15.00'yan were vekirin.

Her wiha kesên ku ji herêmên hikumeta Şamê tên, destpêkê dê testa koronayê jê re were çêkirin û piştre derbasî herêmê bibin.

Mecîd Ebûd El-Ecor yek ji welatiyên gundê Merat a di bin kontrola hikumeta Şamê de, spasiya Rêveberiya Xweser kir ku alîkariya welatiyan dike.

Ji rêveberên nivîsgeha derbasbûnê Mihemed El-Hisên eşkere kir ku hewl didin dergehê rojane vekin û bikin dergeheke bazirganiyê jî.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a3QcND5TPWE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>