Şêniyên Dêrazorê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan

Bi sedan şêniyên gundewarê Dêrazorê bi meşekê dagirkirina dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Şêniyên Dêrazorê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan
23 ÇILE, 2021   16:48
DÊRAZOR

Meş ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê û Komîteya Jinan a Dêrazorê ve li bajarokê Cezrat hate lidarxistin

Bi sedan şênî, rûspiyên herêmê û nûnerên saziyên sivîl ên bajarokê Cezrat beşdarî meşê bûn.

Meş ji kolanên bajarok ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve çû û li pêşiya saziyê veguherî mîtîngê.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Jinan a li Dêrazorê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn êrişên artêşa Tirk a dagirker û sûcên wê yê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan jî şermezar kir û soz da ku heta bidawîkirina dagirkeriyê ew ê li ber xwe bidin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/In-8oblCj-0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>