'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerê taybet bi hedefgirtina rûspiyên eşîrên Ereb dimeşînin'

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Gîvara Şêx Nûr got armanca sereke ya şerê taybet derbkirina exlaqê civakê ye. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bi rêya kuştina rûspiyên eşîreyên Ereb li Dêrazorê, şerê taybet pêk tîne.

'Dewleta Tirk û hikumeta Şamê şerê taybet bi hedefgirtina rûspiyên eşîrên Ereb dimeşînin'
24 ÇILE, 2021   07:42
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta şerê taybet li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Her wiha hewl dide bi rêya şerê taybet zihniyeta civakê bixe bin serweriya xwe û tevlîheviyê di nava civakê de derbixe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûrî" li xwe dikin ji bo vê yekê pêk bînin li herêmê ajanan bi rêxistin dikin, da ku tevlîheviyê derxînin, gotegotan di nava gelên herêmê de belav bikin û madeyên hişbir di nava ciwanan de belav bikin.

ÇIMA ŞERÊ TAYBET?

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a Navçeya Dirbêsiyê Gîvara Şêx Nûr got: "Piraniya dewletên mezin dema ku di xebateke leşkerî de bi bin dikevin, berê xwe didin şerê taybet. Dibe ku şêwazên wê zêdetir bandor û encam be."

Şêx Nûr wiha domand: "Heger xebateke leşkerî bi ser bikeve dibe ku bandoriyeke neynî li gel şêniyan bihêle. Ew dewlet jî ditirsin ku weke dewleteke dijmin li wan were nihêrandin û rojekê bi berxwedanê dê dagirkeran derxînin. Lê bi rêya şerê taybet dikarin gelên herêmê bi xwe ve girê bidin."

Şêx Nûr destnîşan kir ku dewleta Tirk şerê taybet li Efrîn û Serêkaniyê pêk anî, niha jî hem şerê leşkerî û hem jî yê taybet pêk tîne. Şêx Nûr bi domdarî got:" Li vir pirsek heye ma gelo çima navçeya Eyn Îsa?. Ji ber praniya niştecihên wê ji pêkhateyên Ereb in. Dewleta Tirk bi êrişên li ser wê herêmê dixwaze tevlîheviyê di navbera netewan de derxîne, ji ber wê jî êrişî Eyn Îsayê dikin."

'HIKÛMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK ŞERÊ TAYBET DIMEŞÎNIN'

Gîvara Şêx Nûr kuştinên ku li bajarê Dêrazorê çêbûn bi şerê taybet ku ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta Şamê ve tê kirin girêda da û got, dixwazin tevlîheviyê di navbera Kurd û ereban de derxînin.

Şêx Nûr wiha got: "Dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi rêya kuştina rûspiyên eşîran şerê taybet dimeşînin. Tişta ku niha li Eyn Îsayê çêdibe berdewamiya wê ye."

HEDEFGIRTINA PÊKHATEYA EREB

Der barê armanca şerê taybet Gîvara Şêx Nûr ev nirxand kir: "Armanca ji şerê taybet ku ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku ew baş zanin ku ev proje hemû pêkhateyên li herêmê digre nava xwe û mafên wan ên wekhev heye."

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk desntîşan kir ku hedefgirtina şêx û rûspiyên herêmê ji bo peyameke ji civaka navnetewyî re bişînin ku pêkhateyên Ereb li herêmê têne hedefgirtin.

Şêx Nûr diyar kir ku şerê taybet ciwanan dike armanc û ev tişt got: "Ji ber ku ciwan bi taybet li Rojhilata Navîn hestyar in û li pey propogeda û gotegotan diçin ji aliyê hêzên serdest û desthilatdar ve tên armancgirtin. Armanc jê jî reşkirin e da ku rastiya dijmin neyên naskirin. Ev yek jî bi rêya îneternet û toreyên tevna civakî tê kirin."

Gîvara Şêx Nûr anî ziman ku armanca sereke ji şerê taybet derbekirina exlaqê civakê ye ji ber exlaq a ku civakê bi hev girê dide.

Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a navçeya Dirbêsiyê de Gîvara Şêx Nûr wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger exlaqê civakakê biçe ew civak ji hev parçe dibe. Ji ber wê jî divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê balder bin, li pey şerê taybet ku dewleta Tirk dimeşîne, neçin."

(bx)

ANHA