Kongreya Star: Qetilkirina Seîde û Hinidê hedefgirtina îradeya jinan e

Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Seîde Feysal El-Hermas û cîgira hevserokatiyê meclisê Hinid Letîf El-Xidêr şermezar kir.

Kongreya Star: Qetilkirina Seîde û Hinidê hedefgirtina îradeya jinan e
24 ÇILE, 2021   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyonê destnîşan kir ku ev sûc di radeya yekemîn de îradeya jinan dike hedef ku bûn hêzeke fikrî, siyasî, civakî, leşkerî û dîplomatîk û gihaşt astekê ku dikare barê rêveberiyê û şoreşê rake û wiha dewam kir: “Her wiha jin beşdarî hemû qadên xebatê bûn, hebûna xwe îsbat kirin, roleke çalak di civakê de lîstin û li dijî zihniyeta desthilatdar û zîhniyeta baviksalar tê koşiyan. Lê belê tevî vê berxwedan û têkoşînê jî ku li seranserê cîhanê deng veda, hîna jin rastî sûcên kuştin, revandin, tundî û hemû cureyên êrişan tên.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku armanca wî sûcî têkbirina ewlehî û îstiqrarê ye û belavkirina tirsê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, da ku jiyaneke birûmet ku tê de demokrasî û biratî heye, çênebe û wiha hate gotin: “Wek Koordînasyona Kongreya Star em sersaxiyê ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em bang li hemû xebatkaran dikin ku li hemberî hemû planên qirêjî yên îrade û azadiya jinan dikin hedef, hişyar bin.”

Di daxuyaniyê de topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Şehba û navçeya Til Rifetê hate şermezarkirin ku di encamê de jin û zarok şehîd bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate tekezkirin ku li hemberî faşîzma Tirk û binpêkirinên hikumeta AKP`ê dê berxwedan û têkoşîna ji bo azadî û demokrasiyê dewam bikin.

Şeva înê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.

(cx)