Îsraîlê li Xezayê li dijî Hemasê êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Îsraîlê werşeyeke kolandina tunelan a girêdayî tevgera Hemasê li Xezayê bombebaran kir.

Îsraîlê li Xezayê li dijî Hemasê êriş pêk anîn
18 ÇILE, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avijaa Adraî ragihand ku Îsraîlê îro li dijî werşeyên kolandina tunelan ên tevgera Hemasê li Xezayê, êrişên asîmanî pêk anîne.

Adraî destnîşan kir ku Îsraîlê bi vê êrişê bersiva êrişa bi moşekan ku ji bakurê Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin, da.

Di dawiya meha borî de, moşekek ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin, lê negihaşt xaka Îsralê. Beriya wê bi hefteyekê jî, 2 moşek ber bi Esqelenê ve hatibûn avêtin.

Li gorî AFP`ê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî ewlehiyê yê filistînî, balafirên Îsraîlê şitilgehek û erdên çandiniyê li Refeh a başûrê Xezayê bombebaran kirin. Her wiha gelek moşek avêtin herêmeke çandiniyê li bajarokê Qirare yê li Xan Yûnis a başûrê Xezayê, di encamê de gelek zirarên madî çêbûn.

Tu aliyên Filistînê avêtina moşekan ji Xezayê ku di bin serweriya tevgera Hemasê de ye, negirt ser xwe.

 (şx)