Çalakiya “Em hemû asayiş in” bi biryardarî dewam dike

Çalakiya Şengaliyan a bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” a ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê, 48 roj in dewam dike.

Çalakiya “Em hemû asayiş in” bi biryardarî dewam dike
18 ÇILE, 2021   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî zext û zordariya lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, xelkê Şengalê ji 9'ê Cotmeha 2020'an ve li qadan e û xwedî li nirxên xwe derdikeve.

Konê ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxane hatiye vedan jî di roja 48'an de ye.

Çalakî bi dirûşma "Em hemû asayîş in" pêk tê.

Rojane ji gelek gund, bajarok û navçeyên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên binê kon û biryardariya xwe ya li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê nîşan didin.