Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Somalê bi dawî bû

Artêşa Amerîkayê ragihand ku vekişîna hêzên wan ji Somalê bi dawî bû.

Vekişîna hêzên Amerîkayê ji Somalê bi dawî bû
18 ÇILE, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYA

Ev yek beriya kêmî mehekê ji dema hilbijartinên qanûnsaz ku dê li Somalê çêbibin, pêk tê.

Li gorî çavdêran, derketina nêzî 700 leşkerî di demeke zehmet de ji bo Somalê pêk hat. Ji ber koma bi navê Ciwanên terorîst a girêdayî rêxisina El-Qayîde heye û bi awayekî zelal xurt dibe û êrişên li ser cihên leşkerî û sivîl li Meqdîşo, didomîne.

Di 4`ê Kanûnê de serokê Amerîkayê Donald Trump fermana vekişîna praniya hêzên Amerîkayê ji Somalê beriya destpêkirina 2021`an dabû.

 (bx