Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim piştrast kir ku ew di pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurdî de bi israr in, her wiha diyar kir ku tevî astengiyên ku ENKS derdixe jî, dan û standinên bi wan re hîna dewam dikin.

Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
Enwer Muslim: Em di pêkanîna yekitiya nîştimanî de bi israr in
15 ÇILE, 2021   13:19
KOBANÊ

PYD`ê li herêma Firatê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endam û rêveberên partiyê, civîna xwe ya salane li dar xist.

Enwer Muslim di civînê de wiha got: “Em her tim ji diyaloga bi hemû aliyên siyasî re vekirî ne. Dan û standinên bi Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re ranewestîne û hîna berdewam in, lê belê gelek astengî hene.”

Muslim di axaftina xwe de tekez kir ku tevî her tiştî jî ew bi israr in ku yekitiya nîştimanî ya kurdî pêk bînin û wiha got: “Di dema niha de ji ber hin daxuyaniyên ku ENKS dide, rûniştin bi ENKS`ê re bi awayekî demkî hatine rawestandin. Gavên me stratejîk in, em peywendiyê qut nakin. Em ê hewl bidin yekitiya nîştimanî ya kurdî pêk bînin.”

Têkildarî têkiliyên bi hikumeta Şamê re jî, Muslim wiha got: “Hikumeta Şamê û dewletên ku piştgiriyê didin wê, rewşa gelan paşguh dikin.”

Muslim piştrast kir ku divê hemû beş û pêkhateyên gelê Sûriyê beşdarî qadên navneteweyî û civînên Cinêvê bibin. Muslim di dawiya axaftina xwe de têkoşer Xebat Dêrik bi bîr anî, her wiha salvegera damezirandina Kongreya Star pîroz kir.

Piştre, endamê desteya rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo rapora salane ya xebatên partiyê yên li herêma Firatê xwend. Di raporê de rewşa siyasî jî hate nixandin û îşaret bi rola dewleta Tirk di gurkirina şerên li Rojhilata Navîn de hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi rêya pêkanîna opreasyonên neqanûnî û derexlaqî li welatên cîran, gelek peyam û rêgez binpê kirine û gelên herêmê bûne qurbaniyên çavnebariyên dewleta Tirk ên mêtingeriyê.

Beşdaran jî tekez kir ku bi rêya dewreyên perwerdeyê, zêdekirina xebatên partiyê, bilindkirina têkoşînê û biserxistina însiyatîfa yekitiya nîştimanî ya kurdî, dê civakê bigihînin asteke pêşketî.

(cx)

ANHA