Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin

Bi sedan şêniyên Amûde daketin qadan û piştgiriya xwe bi greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, rave kir.

Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
Şêniyên Amûdê: Em ê piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk bikin
15 ÇILE, 2021   13:38
 QAMIŞLO

Çalakiya kovendanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ya ji bo bidawîkirina tecrîda li rêber Abdullah Ocalan a bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi ser bikevin” ku li parka li hemberî Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyê ya li Qamişloyê li dar xistiye, didome. 

Di roja çaremîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên Amûdê serdana konê çalakiyê kir.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Em ê her tim şopdarên fikrên rêber Abdullah Ocalan bin, raste dîl hatiye girtin lê fikrên wî azad in.”

Her wiha Şehnaz piştgiriya xwe bi berxwedana girtiyên siyasî yên di girtegehên dewleta Tirk de ya ji bo serbestberdana rêber Abdullah Ocalan, rave kir.

Piştre endamê meclisa Amûdê Mihemed Ebdulqadêr û hevseroka meclisa Tobo Mîdye Sedo helbest gotin.

Piştî bidawîbûna axaftinan şêniyan berê xwe da avahiya NY`yê ya li Qamişloyê û sloganên silavkirina berxwedana girtiyên siyasî û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Mihemed bi navê şêniyên Amûdê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku hêzên komploger, ji ber ku ji fikrên rêber Abdullah Ocalan ditirsin û ji ber ku banga parastina gelê Kurd û çanda wî dikir, ew dîl girt.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya li hemberî sûcên desthilata Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û tecrîda ku lê ferz kirin, hatin şermezarkirin û hate gotin ku gelê Kurd dê piştgiriya berxwedana girtiyan a ji bo bidawîkirina tecrîdê bike.

(şx)