​​​​​​​El-Qaîdeyê êrişa xwekujî ya li dijî leşkerên fransî ya li Afrîkayê girt ser xwe

Rêxistina El-Qaîde êrişa xwekujî ku 8`ê Çileyê li rojavayê Afrîkayê li dijî leşkerên fransî pêk hatibû, girt ser xwe.

​​​​​​​El-Qaîdeyê êrişa xwekujî ya li dijî leşkerên fransî ya li Afrîkayê girt ser xwe
15 ÇILE, 2021   12:54
NAVAEND NÛÇEYAN

Îro koma “Nusret El-Îslam û El-Muslimîn” li herêma beravê ya girêdayî rêxistina El-Qaîde bi daxuyaniyekê êrişa xwekujî ya li rojavayê Afrîkayê ku tê de 6 leşkerên fransî birîndar bûbûn, girt ser xwe.

Ji destpêka îsal ve, ev êrişa 3`yemîn e ku li dijî leşkerên fransî pêk tê, ku di encamê de heta niha 5 leşker hatine kuştin.

Par Fransayê nêzî 600 leşkerên din şandibûn herêma beravê, bi vê yekê hejmara leşkerên fransî li wê herêmê dibe nêzî 5 hezar û 100 leşkerî.

(cx)