Daneyên nû yên pêketiyên koronayê li gel belavbûna cureya wê ya nû

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li cîhanê roj bi rooj zêde dibe. Hejmara miriyên ji ber vîrusê gihaşt 2 milyonan. Li piraniya dewletên cîhanê qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin û pisporên ji WHO’yê gihaştin Çînê da ku lêpirsînê der barê jêdera pandemiyê de bikin.

Daneyên nû yên pêketiyên koronayê li gel belavbûna cureya wê ya nû
15 ÇILE, 2021   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Paris û Londonê gelek hewldan tên kirin ku rê li pêşiya cureya nû ya vîrusa koronayê bê girtin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) cureyên nû yên vîrusê ku li Brîtanya, Afrîkaya Başûr û Brazîlyayê derketine, lêkolîn dike.

Li seranserê cîhanê hejmara nexweşên ku ji ber vîrusê mirine, 2 milyonî derbas kir û hejmara pêkhateyên vîrusê jî nêzî 100 milyonî dibe.

Pisprojên WHO`yê duh pêncşemê gihaştin Çînê da ku têkildarî jêdera vîrusa koronayê dest bi lêpirsînê bikin..

Di dawiya 2019`an de li Çînê cureyeke din a vîrusê li Wuhanê hate dîtin û di encamê de gelek bajar hatin girtin.

Piştî derketina cureya vîrusê ya nû, tîmek ji WHO`yê ku ji 13 pisporan pêk tê, gihaşt Wuhanê û dê 2 hefteyan di karantînayê de bimînin beriya ku dest bi kar bikin.

CUREYA GUHERTÎ

Li gorî WHO`yê cureya vîrusê ya li Brîtanyayê derketiye, gihaşt 50 dewletên din jî. Cureya li Afrîkaya Başûr derketiye jî li 20 dewletên din derket. Cureya pêşketî ya vîrusa koronayê, zû belav dibe.

Agahî hene ku cureyeke sêyemîn a vîrusê li herêma Amazon a Brazîlyayê derketiye.

Li parzemîna Asyayê, Japonyayê qada rewşa awarte fireh kir.

Li Brîtanyayê ji destpêka belavbûna vîrusê ve roja çarşemê daneya rojane ya herî dijwar ragihand ku hezar û 564 nexweş mirine.

Li gorî daneyên li Swêdê duh hejmara miriyan ji 10 hezarî derbas kir.

Fransayê jî piştî ku serokwezîrên welêt roja çarşemê ragihand ku zêdetirî 23 hezar kes bi vîrusê ketine, qedexeya derketina derve ferz kir.

Li Portuqalê piştî ku hejmara pêketiyên vîrusê 10 hezar derbas kir, qedexeya giştî hate ferzkirin.

Hikumeta Îtalyayê, rewşa awarte heta 30`yê Nîsana bê dirêj kir.

Li Tirkiyê jî hemleya aşlekirina bi aşleya Çînê (Koronavac) dest pê kir.

Li Lubnanê ji bo rêgirtina li pêşiya zêdebûna rêjeya pêketina vîrusê û sivikkirina barê tenduristiyê duh qedexeya giştî heta 2 hefteyan hate ferzkirin.

Tunisê di heman çarçoveyê de qedexeya giştî ya 4 rojan ku ji pêncşemê dest pê dike û yekşemê bi dawî dibe, ferz kir.

Li Mozambîkê ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan, girtina tedbîran hate xurtkirin.

Banka Avakirin û Geşepêdanê ya Ewropayê duh (pêncşem) ragihand ku sala 2020`an di çarçoveya pêşkêşkirina alîkariyan ji aboriyên nû re li hemberî encamên koronavîrus, 11 milyar euro daye.

(şx)