Fermandariya YBŞ`ê 4 şehîd bi bîr anîn

Fermandariya YBŞ`ê bi boneya salvegera şehadeta Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî daxuyaniyek da û got “Çawa ku hem ji bo gelê me hem jî ji bo YBŞ’ê bi jiyan, têkoşîn, berxwedêrî û şehadeta xwe bûn kaniya rûmetê û bûn mînak, em ê jî tu carî serê xwe netewînin, teslîm nebin û em ê xwe bigihînin zaferê.”

Fermandariya YBŞ`ê 4 şehîd bi bîr anîn
14 ÇILE, 2021   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî salvegera yekemîn a şehadeta fermandarê giştî yê YBŞ`ê Zerdeşt Şengalî û hevrêyên wî Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî ku di 15`ê Çileya 2020`an de li gundê Dîgurê yê Şengalê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya YBŞ`ê de wiha hate gotin:

“Em di şexsê fermandariya me ya giştî de Zerdeşt Şengalî û hevrêyên me Pîr Hemîd, Êzdîn Şengalî û Cîlo Şengalî de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdariyên xwe bi bîr tînin, li hemberî biranînên wan bejna xwe ditewînîn.

Gelê me yê ku bi dehan ferman û komkujiyan dixwestin tune bikin, her carî li hemberî van ferman û komkujiyan di asta herî jor de bi rûmetî li ber xwe daye; çand û nasnameya me ya xweser ruxmî her tiştî parastiye. Herî dawî di sala 2014’an de dewleta Tirk a faşîst û DAIŞ’ê careke din xwest van armancên xwe pêk bînin û hewl dan bi fermana 73`yan dîrok, çand, nasname û gelê me tune bikin.

Şehîd Zerdeşt Şengalî, Pîr Hemîd û Êzdîn, hê jî di rojên destpêkê yên fermanê de li hemberî êrişên faşîst û qirker ên dewleta Tirk û DAIŞ’ê, bi cesaret û fedakariyeke mezin ji bo parastina gel di çeperên herî pêş de cih girt û şer kir. Di vê oxirê de ji bo vê berxwedanê bi zaferê ve tacîdar bikin, gel bi rêxistin kirin, di avakirina YBŞ’ê de cihê xwe girtin. Ji bo vê jî bûn fermandar û pêşengên YBŞ’ê. Hevrêyê me şehîd Cîlo jî bi heman şêwazî hê jî di temenê xwe yê ciwan de ji bo ku Şengal azad bibe, bû şopdarê van hevrêyên me û tev li karwanê şehîdan bû. Bû dilsozê hevaltiya şehîd Mam Zekî, Egîd Civyan û Mam Beşîran. Çawa ku ji bo hem gelê me hem jî ji bo YBŞ’ê bi jiyan, têkoşîn, berxwedêrî û şehadeta xwe ve bûn kaniya rûmetê, di heman demê de bûn mînak, talîmname û programa ku em ê çawa bijîn, em ê tu carî serê xwe netewînin, teslîm nebin, bi bin nekevin û em ê xwe bigihînin zaferê.

Gelê me îro di Şengalê de bi saya van pakrewanên me bi serbilindî û bi rûmet dijîn. Her şervan û fermandarê me îro di rêya van egîdên me de dimeşin. Bawerî, moral û talîmnameya têkoşîna xwe car din ji van hevrêyên me digirin.  

Ji destpêka têkoşîna li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ve û heta avakirina YBŞ’ê, ji rizgarkirina axa Şengalê heya rizgarkirina gelê me yê ku dîl ketiye destê dijminê mirovahiyê, ji vegera gelê me ya ax û çiyayên xwe yê pîroz heyanî ji nû ve avakirina bajar, gund, mal, qube û îbadetxaneyên me yên pîroz di her kêliyê de di asta herî pêş de, erk girtin ser milê xwe û gelek serkeftin bi dest xistin. Bi kurtasî di her kulmeke axa Şengalê de kedeke mezin a van hevrêyên me heye. Em her kêliya jiyana xwe ya ku em di Şengalê de dijîn; eger ku em nefes digirin ev bi saya ked û tekoşîna van hevrêyên me û bi sedan hevrêyên me yên ku li ser axa pîroz a Şengalê tev li karwanê nemiran bûne. Ji bo vê jî em heta dawiyê deyndarê van qehremanên xwe ne.

Em di salvegera van şehîdên xwe de, soza parastina destkeftiyên bi saya keda van şehîdan hatine bidestxistin, didin. Soza Şengaleke azad, serbixwe û pêşketî didin. Soza girêdayîbûna bîranîna Zerdeştan, berdewamkirin û mezinkirina têkoşîna wan didin. Ji bona vê jî em ê têkoşînek bêhempa bidin meşandin. Bi teybetî di van demên ku ji aliye hinek hêzên serdest ve qedera Şengalê ji nû ve xistine nîqaşê, em YBŞ, gel û dostên gelê me em ê li hemberî her cure zeîftî, teslîmiyetî, îxanet-hevkariyê sekneke serbilind û bi rûmet raber bikin. Em ê bîranîn û keda şehîdên xwe biparêzin. Ev dibe deynê me yê ku em bidin di şexsê şehîd Zerdeşt de tevahî şehîdên me, gel, zarok, keç û dayikên me.

Li ser vî esasî, em soza xwe ya ku me daye şehîd Mam Zekî, Zerdeşt û Mam Beşîr dubare dikin. Bejna xwe li hember bîranînên wan ditewînîn û carekw din soza dilsoziya bi gel û şehîdên xwe re didin.”

(cx)