Malbatên girtiyan: Desthilata Tirk di girtîgehan de qanûnan binpê dike

Malbatên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de ne, bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike û sînorekî ji siyasetên wê re yên li dijî girtiyên siyasî deyne, ji ber ku dewleta Tirk bi van sûcan, mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê dike.

Malbatên girtiyan: Desthilata Tirk di girtîgehan de qanûnan binpê dike
14 ÇILE, 2021   08:04
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Di 27`ê Mijdara derbasbûyî de girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk û li Bakurê Kurdistanê de bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir û ev 46 roj e di grevê de ne.

Li Kobanê di 3’yê vê Çileyê de, bi armanca piştgiriya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de, çalakiyên greva biçîbûnê dest pê kirin.

Mihemed Reşîd di 2007`an de li Tirkiyê hatibû girtin û behsa girtinê ya wê demê, û girtina dewleta Tirk ji xizmên xwe re kir. Reşîd bi bîr xist ku keçmeta wî Lemya ji 27`an salan ve ji hêla dewleta Tirk ve hatiye girtin û heta niha girtî ye û wiha domand: "Hîna jî dewleta Tirk a faşîst sûcên hovane li dijî gelê Kurd pêk tîne. Em ji hemû gelan û rêber Abdullah Ocalan re aştiyê dixwazin. Gelek girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de rastî zilmê tên. Dewleta Tirk bi rêbazên dermirovî girtîgehan kontrol dike. Da ku bi tawanên cuda dema cezayê wan zêde bike û di girtînehê de bimînin.”

Mihemed Reşîd ev yek li gotina xwe zêde kir: "Di girtîgehê de, lêgerîn bi rêbazên li dijî pergala girtîgehan pêk dihatin. Lê di gelek girtîgehan de girtî li hemberî wan sûcan serî hildan.”

Mihemed Reşîd di dawiya gotina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirk bike, da ku dev ji siyaseta xwe ya li dijî girtiyên siyasî berde.

Emel Mihemed xwişka girtiyê siyasî Sefqan Çiya axivî û ev agahî parve kir: "Birayê min di Hezîrana 2012`an de bi tawaneke siyasî hate girtin. Di girtîgehên Tirkiyê gelek îşkence lê hat kir. Ji ber îşkenceya tund, birayê min hêvî dikir ku şehîd bibe. Sûcên ku dewleta Tirk di girtîgehan de pêk tîne, sûcên derqanûnî û dermirovî ne."

Emel Mihemed di dawiyê de got: "Kesayeta birayê min kesayetekî welatparêz bû, zilm û zordarî red kir. Dema dewleta Tirk ew girt, 36 sal ceza lê birî. Dewleta Tirk bi rêya wan cezayan xwest ku mirovahî û mafên mirovan têk bibin. Ji bo şikandina zilma di girtîgehan dewleta Tirk de, eşkerkirina sûcên dewleta Tirk ji cîhanê re û muhasebekirina Erdogan li ser sûcên wî 46 rojan ve li girtîgehan dest bi greva biçîbûnê hatiye kirin."

Birayê girtiyê siyasî Gîvara, Cegerxwîn Elîko yê ji gundê Badîna wiha axivî: "Birayê min Gîvara di sala 1999`an de tev li têkoşîna siyasî bû û ji beriya 8 salan ve di girtîgeha Mêrdînê de girtî ye. Desthilata Tirk heta niha ceza lê nebiriye. Bapîrê min di 2015’an de gelek caran serdana birayê min kiriye. Lê hevdîtin girtî pêk dihat. Birayê min ji bo doza Kurd hate girtin û tu sûcek li dijî keskî nekiriye."

Elîko wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike da ku mafên girtiyên siyasî bide wan. Dewleta Tirk a faşîst ji ber ku rêber Abdullah Ocalan doza mafên gelan dike, ew dîl girt.”

(eh)

ANHA