Hêzên Parastina Civakî… xebateke domdar li Eyn Îsayê

Endamên Parastina Civakî li navçeya Eyn Îsa, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Ew piştrast dikin ku armanca wan a yekem parastina sivîlan û bersivdayîna êrişan e.

Hêzên Parastina Civakî… xebateke domdar li Eyn Îsayê
14 ÇILE, 2021   08:13
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 23`yê Mijdara borî ve bi awayekî hovane êrişî navçeya Eyn Îsa û gundên wê dikin.

Dagirkeriya Tirk ji baregehên xwe yên leşkerî yên nêzî rêya M4, malên sivîlan ên li taxên bakur û başûrê navçeyê topbaran kirin.

Hêzên Parastina Civakî (HPC) di xetên paş de cih digire û di dema topbaranê de sivîlan dibin cihên ewle. Her wiha xwepêşandanên ku li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya Rûsyayê diparêzin.

Endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Egîd Bozan destnîşan kir ku ew li dijî komên ku tevliheviyê li herêmê derdixin û bi taybetî ên fitneyê di nava şêniyan de derdixin û hewl didin şêniyan ji malên wan bidin koçberkirin, hêzên wan bi koordîneya bi hêzên leşkerî re karê xwe dewam dikin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundên li ser rêya M4 de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 sivîl birîndar bûn.

Endamê HPC`ê Abdullah Mehmûd jî piştrast kir ku ew di nav gel de ne da ku ew jî tev li berxwedana gel li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk bibin û piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) bikin.

Ji bo şopandina jiyana rojane ya şêniyan û rewşa navçeyê, endamên HPC`ê bi şev û roj li taxên navçeyê û deriyên têketin û derketinê ne.

Endamekî din ên HPC`ê Xalid Silêman diyar kir ku parastina sivîlan erka wan a sereke ye û got: “Em ê li hemberî hemû rêbazên şerê ku dewleta Tirk dimeşîne, bisekinin û em nahêlin ku navçeya me dagir bike.”

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SPISOn3p39M" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>