Aloziya milkan û pêşniyarên ji bo sînordarkirina bilindbûna buhayan

Li gel azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji ber bihabûna kirêya malan, Komîteya Yekitiya Esnafan ji bo rêgirtina li wê yekê, birêxistinkirina mekanîzmaya karê nivîsgehên milkan û zêdekirina çarvdêriya li ser wan, gelek bend pêşniyar kirin.

Aloziya milkan û pêşniyarên ji bo sînordarkirina bilindbûna buhayan
14 ÇILE, 2021   08:46
QAMIŞLO-LÎLAV DÊWANÎ

Di salên dawîn de, daxwaza şêniyan a malan li bajarên sereke yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Ji ber ku gelek koçberên ji bajarên wekî Heleb, Idlib û herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine (Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê) berê xwe da wan bajaran. Ji ber wê yekê, kirêya malan zêde bû û bi zehmetî malên ji bo kirê dihatin dîtin, kesên ku malên xwe bi kirê didin, ev yek bi kar anî û bêyî ku li gorî qanûnan tev bigerin kirêyên malan zêde kirin.

Şêniyê bi navê Kesra Wadî yê ji bajarokê Hîmo yê Qamişlo got ew ji beriya 8 mehan ve di nava nivîsgehên milkan ên li bajarê Qamişloyê de digere, da ku malekê li gorî qûta xwe ya mehane bibîne û malbata xwe tê de bi cih bike, lê nedîtiye. Kesra Wadî dibêje: “Xwediyên xaniyan mehane 100 dolarî ji bo kirêkirina malê dixwazin, lê derfetên min ên madî têra vê yekê nakin."

Kisra Wadî ji xwediyên xaniyan re got ku mercên wî di ber çavan re derbas bikin û dûrî keysbaziyê bikevin û wiha pê de çû: “Hin şênî hene rewşa wan zehmet e û nikarin ew qas pere bidin.”

Hec Îbrahîm Ehmed ê ji Kobanê jî bang li aliyên pêwendîdar kir ku sînorekî ji keysbazan re deynin û wiha got: “Keysbazkirina kirêdaran ji aliyê xwediyên malan ve, tê wateya ku wijdanê xwediyên malan tune ye.”

‘EQDÊN NE FERMÎ’

Xwediyê nivîsgeheke milkan a li Qamişloyê Kamîran Mexso wiha got: “Bihabûna kirêyên malan û keysbaziya xwediyên malan, vedigere eqdên ne fermî yên di navbera xwediyên malan û kirêdaran de.”

Mexso wiha domand: “Hin caran, di navbera xwediyên malan û kirêdaran de eqdek tê îmzekirn, lê belê li gorî buhayê ku tê de hatiye diyarkirin tev nagerin û ji wan pereyan zêdetir distînin.”

Mexso got ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê çavdêrî li ser nivîsgehên ku li gorî eqdên fermî tev nagerin, bê kirin û mal bêyî îmzekirina eqdên fermî bi kirê neyên dayîn.

Endamê rêveber ê Yekitiya Nivîsgehên Avahîsazan a Qamişlo Ednan Misewir axivî ku giliyên ku ji hêla kirêvan re ji wan re tên, bi rêya hevkariya di navbera yekitiya avahîsaz, komîn, meclisên navçeyê, dadgeh û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tên çareserkirin û wiha got: "Di pêşkêşkirina giliyan de netirsin, em wek yekitiya avahîsazan nahêlin tu kes mafê kirêvanan ê derxistina ji malê çi beriya bidawîbûna dema peymanê çi jî piştî wê dibe bila bibe, binpê bike. Her wiha demekê, di dema bidawîbûna peymanê de, didin kirêvan ku heta maleke din bibîne."

Misewir îşaret bi bandora neyênî li ser rêxistina mekanîzmaya xebata yekitiya avahîsaz û keysbaziya kirêdar ji kirêvan re kir û wiha got: "Hin nivîsgehên avahîsaz hene ku li gorî peymanên Komîteya Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev nagerin. Lê em nikarin li ser van peymanan bisekinin. Lê divê kirêdar û kirêvan xwe bispêrin peymanên girêdayî yekitiya avahîsazan, da ku em sînorekê ji bilindbûna kirêyên malan re deynin."

Ji sedî 80 ji nivîsgehên avahîsazan girêdayî Yekitiya Nivîsgehan a Avahîsazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Misewir got Komîteya Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek da, ku divê nivîsgeha avahîzas tevahî tedbîrên peymanê bi xwe, bêyî bazariyê bi kirêvan re bike, pêk bîne. Da ku kar bi temamî pêk were. Misewir bang li şêniyan kir ku pêwîst e hevkar bin û giliyên xwe di dema ku ji hêla xwediyên malê ve hatine zulimandin de, bikin. Da ku çare bikin."

PÊŞNIYARÊN JI BO SÎNORDARKIRINA ÎSTÎSMARÊ

Endamê rêveber ê Komîteya Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dewran Eniz wiha got: "Sedema sereke ya bilindbûna kirêyên malan, rihîn û heta firotin û kirîna wan, ew e ku gelek şênî ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, berê xwe didin van herêmên herî biewle ye. Bi wê re aloziya bicihbûn û zêdebûna xwesteka li ser malên kirê çêbû, li gel wê jî hin kirêdar vê yekê derfet digirin."

Eniz wiha piştrast kir: "Me li gorî rapora komîteya biryarnameya rêveberiyê ya bi jimareya /56/ a avakirina komîteyekê ku erka wan dîtina dîsplînkirina kirêyan e, hin pêşniyar kirin. Da ku sînorekî ji bihaya kirêyên malan re deynin."

Komîteya Yekitiya Esnafan, saziyek e ku erka wê birêxistinkirina xebata sûkê û birêxistinkirina tevahaî xebatên girêdayî dikanên bazirganiyê ji dikanên bazirganî û nivîsgehên avahîsaz e. Naveroka pêşniyarên Komîteya Yekitiya Esnafan ew in ku qedexe ye ku xwediyê malê, mala xwe bi xwe kirê bike û neçare mala xwe li nivîsgehên avahîsazan qeyd bike. Da ku nivîsgeha avahîsazan jî peymana kirêkirinê û kirêdayînê bi merca erêkirina kirêvan bi rêxistin bike. Lê divê peyman li gorî nimûneya Yekitiya Nivîsgehên Avahîsazan be û li gel aliyên peywendîdar were îmzekirin. Her wiha divê dema peymanê salekê derbas neke û divê komîn erka qeydekirina tevahî agahiyên mala kirêkirî, pêk bîne.

Eniz da zanîn ku peymana ji Tebaxa 2020’an ve derketiye, ji gelek aliyên peywendîdar ve; şaredarî, komîn û nivîsgeha kar û barên avahîsazan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, tê îmzekirin. Armanca wê jî piştrastkirina tedbîrên ewlehî beriya kirêkirina avahiyê ye. Eniz wiha pê de çû: "Ev peyman li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîf in û divê tevahî nivîsgehên avahîsazan ên girêdayî yekitiya avahîsazan li gorî wê tev bigerin û dê ev peyman di rojên bê de li tevahî nivîsgehên avahîsazan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin aktîfkirin."

Di nava pêşniyaran de jî, diyarkirina pereyên kirêkirina mehane ya malan heye, lê divê li gorî malên werin kirêkirin bin. Her wiha kirêya malên normal a mehane di navbera 25 hezar heta bi 50 hezar lîreya Sûriyê de ye, lê malên navîn kirêyên wan di navbera 50 heta bi 75 hezar lîreya Sûriyê de ye û malên ku baş hatine amadekirin, kirêya wan di navbera 75 heta bi 100 hezarî de ye. Lê malên herî baş hatine amadekirin, kirêyên wan di navbera 125 hezar heta bi 150 hezar lîreya Sûriyê de ne.

Eniz diyar kir ku tedbîrên ku pêşniyar kirine, dê sûdê li şênî û nivîsgehên avahîsazan re bikin. Ew jî ji aliyê birêxistinkirina xebata nivîsgeha avahîsazan û sînordarkirina îstîsmarkirinê ve ye, da ku mafên kirêdar û kirêvan werin parastin.

Dewran Eniz got ger tu gilî ji kirêvan re li ser xwediyên malê ji wan re hatine, dê kirêdar bi bacên malî were cezakirin. Lê heke hate dubarekirin dê were cezakirin û girtin. Ev jî bendek ji pêşniyarên Komîteya Yekitiya Esnafan e.

Endamê rêveber ê Komîteya Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dewran Eniz wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê li gorî derfetên xwe hewl bidin pirsgirêka bilindbûna kirêyên malan, çareser bikin. Her wiha em bang li xwediyên avahiyan dikin ku bi wan re hevkar bin û digel van rewşên dijwar ên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, bi taybet koçberan, dûrî îstîsmar û keysbaziyê bin."

(fr)

ANHA