​​​​​​​Greva birçîbûnê di roja 49`emîn de bi biryardariyeke xurt didome

Greva birçîbûnê ya ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û têkbirina zordariya li zîndanan hatibû destpêkirin, di roja 49`emîn de didome û girtî di çalakiya xwe de bi biryar in.  

​​​​​​​Greva birçîbûnê di roja 49`emîn de bi biryardariyeke xurt didome
14 ÇILE, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariyên li girtîgehan ku di 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve hatibû destpêkirin, di roja  49`emîn de berdewam dike.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI MEXMÛRÊ DI ROJA 28’EMÎN DE YE

Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan di 18’ê Kanûnê de, çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê di roja 28’emîn de dewam dike. Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bi biryar in û diyar dikin heta tecrîd neyê şikandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin ew ê çalakiya bidomînin.