Rojnameyên erebî: Pêvajoyeke nû ya êrişên Îsraîlê li Sûriyê û lihevhatina Kendavê bandor li Yemenê nekir

Rojnameyên erebî yên îro der bare êrişên asmanî yên Îsraîlê li Sûriyê, her wiha rewşa Lubnanê û aloziya Yemenê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Pêvajoyeke nû ya êrişên Îsraîlê li Sûriyê û lihevhatina Kendavê bandor li Yemenê nekir
14 ÇILE, 2021   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI BO LÊDANA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ ÎSRAÎL DIKEVE PÊVAJOYEKE BILINDTIR`

Der barê barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Roja çarşemê Îsraîlê êrişeke asmanî li dijî depoyên çekan û baregehên leşkerî li rojhilatê Sûriyê pêk anîn, di encamê 57 kes ji hêzên rejîmê û komên girêdayî Îranê hatin kuştin, ev hejmar a herî bilind e ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li Sûriyê.

Yek ji fermandarên berê yên hêzên asmanî ên Îsraîlê Amos Yadlin, eşkere kir ku êriş li dijî herma nêzî sînorên Iraqê pêk hatiye û weke "pêvajoyeke nû ya lêdana bicihbûna Îranê ye", her wiha diyar kir ku ev êriş mîna nameyê ne, ji rêveberiya serokê Amerîkayê hilbijartî Joe Biden û serokê Sûriyê Beşdar El-Esed her wiha ji Tehranê ye.

Hêzên asmanî ev çend meh e êrişên li dijî baregehên leşkerî yên Îranê li Sûriyê û komên girêdayî wê, zêde kirine, li gelek herêmên Sûriyê, di heman demê Îsraîlê diyar kir ku dê êrişî baregehên Îranê yên li Sûriyê bikin.”

‘GELO EL-ESED DÊ VEGERE LUBNANÊ?’

Rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: "Beriya çend hefteyan, rojnameya El-Nehar, agahiyek belav kir ku şerê bejahî yê ku dê Îsraîl di demeke nêzîk de li dijî Lubnanê pêk bîne, armanca wê ew e ku Hizbullah li welatê wê qels bike û rewşeke herêmî-navdewletî biafirîne ku êdî metirsiyên li dijî Îsraîlê nemînin. Her wiha dê Hizbullaha û Îranê yên hevkara wî neçar bike ku êdî li dijî Îsraîlê li sînorê Golanê eniyên leşkerî ava nekin.

Li gorî wê agahiyê, ev şer dê serokê Sûriyê Beşar E-Esed neçar bike ku biryarê bide beşeke artêşa xwe bi rê bike Bekaa ya Lubnanê ku Sûriyê dibîne ew herêma mîna korîdora Îsraîlê ye, dikare ji wir di nava çend saetan de bigihêje Şamê. Armanc dê ji Lubnanê parastina Sûriyê û paytexta Sûriyê be. Lê dibe ku bibe mîna vegera Lubnanê û erêkirina Îsraîl û Rûsyayê, ji aramiya sînorên Îsraîlê bi Lubnanê re, da ku Hizbullah nekare li dijî Îsraîlê êrişan bike.”

‘HEWLDANÊN NÛ YÊN TENGAVKIRINA HIKUMETA YEMENÊ’

Rojnameya El-Ereb der barê geşedanên li Yemmenê de wiha nivîsî: "Çavkaniyên siyasî yên yemenê, diyar kir ku ew êrişên bi topên hawanê li dijî baregehên hêzên Hevpeymana Erebî li herêma El-Elem a parêzgeha Şebwayê, parçeyek ji planeke berfireh be, armanca wê astengkirina pêkanîna peymana Riyadê û têkbirina pêkanîna pêvajoya duyem a leşkerî û ewlehiyê ye, ew peymana ku di navbera hikumeta Yemenê û meclisa demkî ya başûr de hatibû îmzekirin.

Çavkaniyên leşkerî diyar kir ku baregeha hevpyemanê li El-Elem hate topbarankirin, piştî ku Îxwanan hemleyeke reşkirinê li dijî baregehê bi rê ve bir. Her wiha baregeheke din jî ya Hevpeymana Erebî li herêma Bilhaf a Şebwayê rastî êrişekê hat, piştî ku hemleyeke propagandayê li dijî hêzên hevpeymanê hate birêvebirin, di nava kesên ku hemleya propagandayê bi rê ve birin, waliyekî îxwanî yê bi navê Mihemed Idêwî heye.”