Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe rê li pêş destwerdana derve û dagirkeriyê vedike

Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe ya dûrxistin û redkirina diyalogê bi hêzên nîştimanî yên Sûriyê re, rê li pêşiya destwerdanên derve, jihevxistina mûzaîka civakî û dagirkirina herêm vedike.

Hikumeta Şamê bi zihniyeta xwe rê li pêş destwerdana derve û dagirkeriyê vedike
11 ÇILE, 2021   02:59
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ya 2011’an ve, hikumeta Şamê stratejiyek tenê girt ku xwe dispêre têkbirina şoreşê, mayîna li ser desthilatê, parastina netew dewlet a ku pirrengiyê qebûl nake. Bi vê hişmendiyê rê li pêş destwerdanên derve û dagirkirina erdnîgariya Sûriyê vekir.

Hikumeta Şamê ji dêvla ku diyalog pêk bîne û xwestekên civaka Sûriyê yên azadî û sererastkirinanê bibersivîne, vebijêrka leşkerî ya çewisandina gel bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de şaxên xwe yên ewlehî  û artêşa xwe mîna darekî li hember gelê Sûriyê bi kar tîne.

‘REJÎMEKE STALINÎST E KU XWE DISPÊRE ÇAREYÊN EWLEHIYÊ’

Rojnamegerê sûrî Umer Miqdad da zanîn ku sîstema hikumeta Şamê, sîstemeke stalinîst e û wiha got: "Tu çareyên siyasî li gel rejîmê tune ne, di bingeh de rejîmeke stalinîst e, fêm nake û ji bilî rêbaza hêza leşkerî dan û standinê nake."

Miqdad wiha domand: "Her tim çareyên rejîm leşkerî ne. Ji ber ku di çareyên siyasî de sererastkirina rejîmê heye. Heger rejîm were sererastkirin dê bi awayekî xwezayî ew hilweşe. Ji lew re ne pêkan e ku rejîm tu cureyan diyalogan  pêk bîne an jî derbasî xeta diyalogan bibe."

HÊZÊN DEMOKRASÎ

Bi pêkanîna hikumeta Şamê tundiyê dijî xwepêşandêrên ku di 2011’an de herikîne qadan de, hêzên opozîsyonê yên demokrat li Sûriyê derketin ku xwe dispêrin rêgeza diyalogê, da ku krîza Sûriyê ji kokê de çare bikin.

Ji nav wan hêzên demokrat jî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. MSD’ê tevahî partiyên siyasî û gelên li herêmê  di nav xwe de digire û sewqî yek armanc kirin,  ev armanc pêkanîna azadî û wekheviya di nava tevahî gelên Sûriyê de ye.

MSD’ê her tim bi rêya diyaloga sûrî-sûrî hewl da çareyên binyad ji krîza Sûriyê re pêk bîne, ji ber li gorî wê ew yek rêbaza yekane ya rêgirtina li pêş parçekirina xaka Sûriyê ye.

Lê belê hikumeta Şamê li hember çareyên MSD’ê derket. Ji ber ku hikumeta Şamê diyalogê red dike û tu kesî qebûl nake.

ENCAMÊN DARBAYA LEŞKERÎ

Têkildarî  mijarê, endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk Îbrahîm Selac wiha got: "Rejîma Sûriyê, rejîmeke leşkerî ye û bi rêya darbaya leşkerî ya 1970’î de hate ser desthilatê û tenê bi hêza leşkerî bawer dike. Di bingehê xwe de xwe dispêre metoda leşkerî û bi diyalogê bawer nake. Her tim di çareserkirina dozên bi gelê Sûriyê re, hêzên leşkerî, ewlehî û tundî bi kar dianî. Encamên vê yekê jî rewşa niha ye."

HEVPEYVÎNÊN KU NEGIHAŞTINE ASTA DAN Û STANDINAN

MSD’ê ji dema ku hatiye damezrandin ve di 2015’an de  her tim ji bo dabînkirina çareseriyên ji aloziya Sûriyê re dixebite. Her tim li ser rêbazên yekkirina xebatên nîştimanî yên Sûriyê bi rêya lidarxistina gelek çalakî û diyalogên li hundirê welat û derveyî wê, lêkolîn dikirin.

MSD’ê bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî siyasî gelek caran hewl da ku diyalogan bi hikumeta Şamê re pêk bîne. Lê hikumeta Şamê di xeta xwe de bi israr e û di encamê de diyalog bi pêş neketin û negihiştin asta dan û standinan.

‘ŞAMÊ HÊ JÎ ZIHNIYETA NIJADPERESTÎ BI KAR TÎNE’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA'yê re wiha gotibû: "Li gel hikumeta Şamê tu helwest an jî projeyeke siyasî ji bo çareseriyê tune ye û hîna jî zihniyeta nijadperestiyê bi kar tîne."

Çiya Kurd wiha domandibû: "Hikumeta Şamê hîna jî hewl dide ku vegere wekî berê, hêza xwe ji nû ve xurt bike û serweriya xwe li her deverê vegerîne, lê tevahî hewldanên wê tu encam nedan."

Bedran Çiya Kurd wiha piştrast kiribû: "Hikumeta Şamê bi rêya nijadperestiya xwe, deriyên diyalogê girtin. Ew jî di vê dawiyê de li civînên Cinêvê derketin ku ji diyalogan re bi her aliyekî re ne amade ye."

SERHIŞKIYA HIKUMETA ŞAMÊ TEMENÊ KRÎZÊ DERÊJTIR DIKE Û RÊ LI PÊŞ DESTWERDANÊN DERVE Û DAGIRKERIYÊ VEDIKE

Serhişkiya hikumeta Şamê di diyalogên bi MSD’ê û aliyên opozîsyonê yên demokratîk li derveyî Sûriyê re, bandoreke neyênî li civaka Sûriyê kir. Bi vê nêzîkatiyê temenê krîza Sûriyê dirêj kir, azarên gel berdewam kirin û mûzaîka Sûriyê parçe kir. Bi wê re derî li pêş destwerdanên derve û dagirkirina herêmên xaka Sûriyê bi destê dewleta Tirk, vekir.

Derbarê vê mijarê de Îbrahîm Selac wiha nirxand: "Bermahî û bandorên ku rejîma Sûriyê li paş xwe hiştine, îro di parçekirina mûzaîka Sûriyê, hilweşîna aborî, destwerdana biyanî li welat û dagirkirina xaka Sûriyê de, eşkere dibin."

Li aliyekî din jî rojnamegerê sûrî Umer Miqdad wiha destnîşan kir: "Serhişkiya rejîm û xwespartina li rêbazên leşkerî hişt ku pêkhateyên Sûriyê ji hev parçe bibin, nexasim di aliyên ol, etnîk, neteweyên ku li welat bi hev re dijîn. Ew jî di encama siyasetên rejîma Sûriyê yên parastina kêmneteweyekê li ser hesabê pêkhate û kêmneteweyên dîtir de ye."

Çavdêr eşkere dikin ku ne pêkan e ku hikumeta Şamê vegere rewşa ya mîna beriya 2011’an, her wiha berdewama serhişkiya wê û redkirina diyalogê, dê wê hilweşîne, bandorê li pêşeroja Sûriyê û gelê wê bike û bibe sedema destwerdanên derve û dagirkirina parçeyên ji xaka Sûriyê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JnjrHNhB-xg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>