Îbrahîm Qeftan: Divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan ku dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî vejîne û got: " Lê dîrok bi paş de venagere û ber bi pêşerojê ve diçe, divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin."

Îbrahîm Qeftan: Divê dagirkeriya Tirk li xaka Sûriyê were têkbirin
11 ÇILE, 2021   02:08
MINBIC

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan beşdarî çalakiya roja yekemîn a konê şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûbû, ya ku Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Minbicê hatiye lidarxistin.

Qeftan ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku kon ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk e û wiha got: "Ev çalakî peyamek  ji bo hikumeta Şamê û tevahî aliyên li qada Sûriyê ye, ku ji bilî rûniştina li ser maseyê û nivîsandina destûreke nû ji Sûriyê re tu çare li Sûriyê ne pêkan in."

Qeftan da zanîn ku pêwîst e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li xaka Sûriyê werin têkbirin, da ku herêmên din ên ku bi saya keda şehîdan hatine rizgarkirin, dagir nekin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Qeftan destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide împratoriya Osmanî vejîne û wiha domand: "Lê belê dîrok bi paş de venagere, lê dê bi pêş de biçe."

Qeftan piştrast kir ku divê şêniyên herêmê û tevahî sûrî bi sekneke aqilane li hember zihniyeta dewleta Tirk a mêtînger tê bikoşin.

Qeftan îşaret bi nakokiya navneteweyî ya li qada Sûriyê pêk tê kir û wiha axivî: "Tevahî ji bo berjewendiyên xwe li qada Sûriyê şer dikin, çi Amerîka, çi Rûsya çi jî dewleta Tirk dibe, bila bibe. Lê Partiya Sûriya Pêşerojê bang dike ku Sûriyê yek e û paytexta wê jî Şam e û  divê di çarçoveya rêveberiya nenavendî û demokrasî de be."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 6 hefteyan ve bi dijwarî êrişî Eyn Îsa û gundewarên wê dikin. Armanca wan êrişan jî dagirkirina gundewarên navçeyê û qutkirina rêya M4 e.

(fr)

ANHA