Bi beşdarbûna jinan, pergala hevserokatiyê bû projeya herî serkeftî di cîhanê de

Rola jinan di pergala hevserokatiyê de sedemek bingehîn e ku Rêveberiya Xweser di çaksazkirina civakê de û damezrandina hevsengiyek di hemû qadan de rolek pêşeng bilîze. Tu pergalên demokratîk wekî vê pergalê nikare bandorê bike.

Bi beşdarbûna jinan, pergala hevserokatiyê bû projeya herî serkeftî di cîhanê de
11 ÇILE, 2021   03:16
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Hebûn û rola jinan di Rêveberiya Xweser de cudabûnek di sîstema rêveberiya demokratîk de ava kiriye, ew jî pergala hevserokatiyê ye. Gelek dewlet û rejîmên cuda yên cîhanê ev pergal pîroz kir û bi pergala rêveberiyê ya herî serkeftî bi nav kir ku dikare civakê ber bi demokrasiyê ve bibe.

Ev pergal hin aliyên ku qaşo banga demokrasiyê dikin tengezar dike. Di nav de Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, ya ku di hevdîtinên ligel Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK)  de daxwaza rakirina vê pergalê kir.

Kesên ku cihên xwe di nava pergala hevserokatiyê de girtine û baweriya xwe pê anîne, bi çi awayî li xîtabên dijbertiya vê pergalê dikin dinêrin? Der barê de vê yekê hin hevserokên di qadên cuda de  behsa tecrûbeya xwe ya di vê pergalê de kir.

ꞌSÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ NE BI ŞEV Û ROJEKÊ HATE AVAKIRINꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/10/211025_-large.webp

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif got ku diyarkirina çarenûsa kurdan û lidarxistina diyalogan kurdî-kurdî gaveke  baş e, nexasim di vê qonaxa hestiyar de ku dijmin êrişî her 4 parçeyên Kurdistanê dike û dijbertiya doza kurdî dike. 

Perwîn Yusif bi domdarî got: "Di pêvajoya Şoreşa 19`ê  Tîrmehê de me gelek serkeftin bi  dest xistin û gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji van destkeftiyan; sîstema hevserokatiyê ye ku ji aliyê civakê ve hate qebûlkirin. Li gelemperiya cîhanê û herêmên Rojhilata Navîn bi taybet,  jinan ji ber têgehên ku çandên desthilatdar û serwer ferz kirin, azar dikşandin, ku rola jinan di rêveberina civakê de li gel mêr qedexe hatibû qedexekirin."

Perwîn Yusif piştrast kir ku jinan di hemû qadan de isbata hebûna xwe kir, rola jinan di sîstema hevserokatiyê de sedemeke sereke ya ku hişt Rêveberiya Xweser di sererastkirina civakê de û xelasiya ji hişmendiya desthilatdariyê re roleke pêşeng bilîze. Perwîn da zanîn ku di pêvajoya sedsalan de vê hişmendiyê bandoreke neyinî li civakê kir û êdî ji hemû qadên civakê ve diyar dibe ku garantiya serkeftina rêveberiyê, di serî de mîsogerkirina rizgarkirina jinan û tevlêbûna ji qadên jiyanî, civakî, siyasî, saziyatê û leşkerî  re ye.

Perwîn destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê ne di şev û rojekê de hatiye avakirin, lê belê berhemên pêşketinên qonaxên berxwedan û têkoşîna jinan e, da ku ji hemû cîhanê bibin mînak, ji ber vê divê parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin were kirin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, têkildarî daxwaza ENKS'ê ya rakirina pergala hevserokatiyê wiha got: "Nîqaş û daxwazên wan divê li ser bingeha parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin be, ne ku li ser bingeha rakirin û vegera pergala wekî beriya salên şoreşê be."

Perwîn di berdewamiya gotina xwe de diyar kir ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jinan roleke sereke list, xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên siyasî, rêveberî, aborî û leşkerî de kar û xebat kir ta ji tevahî cîhanê re bû nimune.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif axaftina xwe wiha bi dawî kir:"Ne şaş e ku der barê pergala hevserokatiyê de nîqaş werin kirin, lê pirsgirêka sereke ew e ku parastina destkeftiyan neyê kirin, di vir de du aliyên diyalogê hene; aliyekî kêlî bi kêlî bi şoreşê re jiyaye û aliyê din jî dûr şoreşê bû, ji ber vê yekê mirov gazinan ji ENKS`ê neke ji ber ku azadî û demokratiya ku me dîtiye wan nedîtiye."

ꞌTU KES NIKARE HEBÛNA JINAN ÎNKAR BIKEꞌ

/kr/uploads/files/2021/01/10/211052_-large_1.webp

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo Şermîn Şaqo da zanîn ku ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina saziyan ve, jinan di hemû saziyan de çi li ser asta birêvebirinê be û çi jî li ser asta endamtiyê be roleke sereke lîst, lê ev jî nayê wateya ku zor û zehmetî civakê û mêran nedîtine lê jinan hemû astengî derbas kirin û isbata xwe kir.

Şermîn Şaqo diyar kir ku beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê jin ji hêla civak, malbat û zihniyeta baviksalarî ve dihatin çewisandin, ji ber vê yekê mafê wan ê xebatê an nêrînê tune bûn, lê piştî şoreşê her tişt hate guhartin.

Şermîn di berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku " ENKS`ê dixwaze jin vegere wekî berê û hemû destkeftiyên ku bidestxistine werin çewisandin. Piştî lidarxistina gelek diyalogan, ENKS`ê rûyê xwe eşkere kir, diyar bû ku dixwaze hemû destkeftiyên ku jinan bi dest xistine ji holê rakin."

Şermîn Şaqo ev hişmendî red kir û got: "Heger pergala  hevserokatiyê tunebe dê sîstema bîrokrasî û navendî vegerin, di encamê de dê hemû gavên ku ji bo avakirina civakeke demokrat û azad hatin avêtin werin hilweşandin. Lê heke mêr û jin li  kêleka hev kar bikin dê mafên her du aliyan werin parastin û dê xebat bi awayekî rêk û pêk bi rêve biçe."

Hevseroka Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo Şermîn Şaqo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Daxwazên ENKS`ê û Tirkiyê yek in, ew jî înkare hebûna jina pêşeng e, her wiha armanckirina sîstema hevserokatiyê û sîstema perwerdê ye, di heman demê de armanckirina destkeftiyên şehîdan e, lê ne miminke ku mîna vê zihniyetê careke din were qebûlkirin."

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0WKnstOFoyQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>