Li Yemenê sûcên Hûsiyan ên li dijî welatiyan didomin

Navenda Tez a hiqûqî îro ragihand ku Hûsiyan gelek sûc li dijî yemeniyan pêk anîne û ser malên welatiyên li herêma Hîmeyê de li bakurê Tezê girtine. Her wiha ji bo rawestandina van sûcan, banga destwerdaneke navneteweyî hate kirin.

Li Yemenê sûcên Hûsiyan ên li dijî welatiyan didomin
9 ÇILE, 2021   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendê diyar kir di encama sûcên komên Hûsiyan de yên li herêmên El-Himye ya li bakurê parêzgeha Tezê li başûr rojavayê Yemenê 8 sivîl hatin kuştin û 24 sivîlên din jî birîndar bûn.

Navendê di daxuyaniyekê de êvara înê da zanîn ku li gel ku komên Hûsiyan ji çarşemê ve gundên El-Fodeyê, El-Menzêl, Şeb El-Melîha, El-Xizîa û El-Saîle yên li herêmên El-Himye dorpêç kirine, hemleyek bi tevlêbûna bi dehan tîman, panzêr û tankan li dijî wan herêman da meşandin.

Navendê diyar kir ku di encama wan êrişan de, welatiyê bi navê Mihemed Edil Litif li pêşiya malê xwe ya li gundê El-Fodeyê hat kuştin û 13 sivîlên din jî birîndar bûn. Bi van daneyan re hejmara kuştiyan gihaşt 8 kesan di nav de jin û zarok hene û û 24 sivîl birîndar bûne ku piraniya wan jin in.

Li gorî daxuyaniyê, komên Hûsiyan bi ser 63 malan de girtin ji wan 55 malên li gundê El-Menzil in, di encamê de 45 welatî revandine. Her wiha opresyonên serdegirtin û revandinê berdewam in.

(dm)