Koşka Spî: Destên Trump di sûcên mezin de hene

Koşka Spî hişyarî da ku têkiliyên serokê berê yê DYA`yê Donald Trump bi sûcên mezin ên sorkirinê hene ku gefek li dijî ewlehiya pergala demokratîk û veguhestina aştiyane ya desthilatê çêkir.

Koşka Spî: Destên Trump di sûcên mezin de hene
9 ÇILE, 2021   11:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Koşka Spî Jad Derry got ku mijara hesabxwestinê ji Trump li gel mayîn 12 rojan ji bidawîbûna dema wilayeta wî, dê asta parçebûnê li welêt zêde bike.

Koşka Spî hişyarî da ku heke hesab ji serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li gorî madeya 25`an a destûra Amerîkayê hate xwestin, dê asta nakokiyê di navbera amerîkiyan de zêde bike.

Senatorê komarparêz Lindsay Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku derxistina Trump ji serokatiyê di van şert û mercan de dê asta parçebûnê zêde bike û dê saziya serokatiyê lawaz bike.

Lindsay Graham wiha domand: “Hêvî dikim ku serokê Joe Biden bi min re di heman nêrînê de be. Divê bi awayekî eşkere biaxive da ku pêvajoya veguhestina desthilatê bi rêk û pêk, pêk were.”

 (şx)