Jinên Reqayê: Leyla Guven rihê berxwedan û serkeftinê ye

Jinên ku beşdarî greva birçîbûnê li bajarê Reqayê bûne piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anîn ziman û piştrast kirin ku sûcên dewleta Tirk ên dijî jinên siyasetmedar tenê ji bo ku dengê jinan tune bike.

Jinên Reqayê: Leyla Guven rihê berxwedan û serkeftinê ye
9 ÇILE, 2021   13:10
REQA- RÛBE EL-ELÎ

Ji bo piştgiriya Leyla Guven û hemleya greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyayê de, Rêveberiya Jinan li Reqayê çalakiya gerava birçîbûnê ya 2 rojan organîze kir. Çalakî li hola civînan a Saziyên Malbatên Şehîdan a Reqayê hate lidarxistin.

'EM PIŞTGIRIYA BERXWEDANA LEYLA GUVEN DIKIN'

Tesnîm Necar yek ji beşdarên hemleyê ji ajansa me re diyar kir ku jinên Reqayê dê li hemberî dagirkeriya Tirk a ku jinan dike hedef û bi taybet jinên ku tevgera berxwedanê dijî rêbazên hovane bilind kirine, asta têkoşîna xwe mezin bikin.

Tesnîm Necar piştgiriya xwe bi Leyla Guven re anî ziman û got:" Em piştgiriya berxwedana têkoşer Leyla Guven dikin".

Ji rêvberên Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê ku beşdarî çalakiyê bûye, Ewatêf El-Îsa piştrast kir ku berxwedana Leyla Guven mînakek zindî ji tevahiya jinên cîhanê re ye û bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku siyaseta tunekirinê ku dijî gelan pêk tîne, rawestîne.

Endama Rêveberiya Jinan a Herêma El-Kesra û yek ji beşdarên çalakiyê Xewle El-Îsa diyar kir ku vîna wan a xurt çavkaniya xwe ji jiyanê û girêdana bi ax û gel ve digire. Xewle diyar kir ku bi vîna xwe li hemberî her dagirkeriyê disekinin.

(dm)

ANHA