Li pey xwedawenda porsor Sakîne Cansiz û her du hevrêyên wê….

Sara; porsor û xweşikahiya Mûnzûrê, Ronahî; şopdara Leyla Qasim û Rojbîn; gula li dora rojê... Li Parîsê 3 jinên şoreşger, 3 jinên Kurd ên serhildêr…

Li pey xwedawenda porsor Sakîne Cansiz û her du hevrêyên wê….
9 ÇILE, 2021   01:19
NAVENDA NÛÇEYAN –CÎHAN BÎLGÎN

Beriya 7 salan yek ji kadroyên damezirîner ên tekoşîna azadiyê ya jinên Kurd û PKK’ê, Sakîne Cansiz (Sara), nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê Leyla Şaylemez (Ronahî) li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li paytexta Fransa Parîsê, li kolaneke herî qerebalix a bajêr ji hêla îstixbarata dewleta Tirk MÎT’ê ve hatin qetilkirin.

NE DESTPÊK BÛ NE JÎ YA DAWÎÛ

Hêzên tarî di şexsê 3 teyrên Sîmir de, li Parîsê ku wek "bajarê rojê" tê zanîn hezkirina azadiya jinan kir hedef. Ew ne komkujiya yekem û ne jî ya dawîn a vê zîhniyetê bû ku jinan dike hedef. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar bi rihê berxwedanê; şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, têkoşer Hebûn Mele Xelîl, Zehra Berkel û Emîna Mihemed Weysî û gelekên din ên ku hatin qetilkirin. Her wiha dibe ku bi hezaran jinên din ku li warên dagirkirî heta agahiya kuştina wan jî negihaştibe me,hebin.

Rêber Abdullah Ocalan ku di zindana Îmraliyê de girtî ye, Komkujiya Parîsê wek "Komkujiya Dêrsimê ya duyemîn" pênase kiribû û gotibû komployeke bi piştgiriya CIA û Gladioyê ya bi serkêşiya Washingtonê ye. Kujer Omer Guney jî mehekê berî dadgehê hate kuştin û vê yekê jî eşkere dikir ku hin alî naxwazin rastî derkevin holê.

LI DÛ XWE NIFŞEK HIŞTIN

Piştî vê komkujiya li dijî hemû jinan, nemaze Kurdan, kes nikaribû bê deng bimîne. Dê navê wan li zarokan bihata kirin û wêneyên wan li quncikên herî bedew ên malan bihatana daliqandin. Êdî dê yekîneyên tolhildanê li ser navê wan bihatana sazkirin, Sara dê li çiyayan zêde bibûna. Çawa ku ev gotar hatin weşandin, navê wan jî her û her ma û dê bimîne.

“Şoreşgerî ji min re mîna helbestan bû.

Ez ji zarokatiya xwe ve bi xeyala şoreşgeriyê mezin bûm û jiyam.

Min xeyal dikir ka ez ê çawa bibim gerîlayeke azad û bi heybet.

Min xeyal dikir ka ez ê çawa jiyaneke nû ji civakê re bibînim û ez ê bibim jineke çawa."

WEKÎ DÊRSIMÊ SERHILDÊR Û BERXWEDÊR

Xwedawenda porsor, lehenga jiyaneke destanî, berê têgîna yekbûn û formê di xêzikan de vedibêje. Ew bûbû şahida qetlîamên hovane. Bi hezaran jin hatin qetilkirin, êşkence lê hatin kirin, destdirêjî li ser hatin kirin, hatin revandin, ji zinaran avêtin... Sakîne Cansiz, keça yekem a dayik û bavê xwe bû ku ew jî ji komkujiyê xilas bûbûn. Di sala 1958'an de li gundê Textê Xelîl ê Dêrsimê hat dinê ku ev hovîtiya komkujiyê bû qêrîna wê ya serhildanê.

Sakîne, sembola jiyanê ya li dijî her cure zilmê li ber xwe dide û di ciwantiya xwe de bi hêrs dibe û ji malbata xwe çîrokên komkujiyê guhdar dike. Dema dest bi dibistanê dike, gelek nakokiyan dibîne û têdigihîje ku xeletiyek heye. Sakîne ji hêla mamoste û derdora xwe ve tê hezkirin û ecibandin. Xwişk û birayên xwe (2 xwişk, 4 bira) diparastin û alîkariya wan dikir. Bavê wê ji ber zehmetiyên aborî berê xwe dide Almanyayê. Dema ku Sakîne 14 salî bû, bavê wê, wê û birayê wê dibe Almanyayê. Lê Sakîne tehemul nake ku ji welatê xwe dûr bijî, dibêje ew dixwaze vegere cem bavê xwe û vegere Dêrsimê.

SERÎ NETEWAND LÊ SERÎ DA TEWANDIN

Di sala 1978’an de bi rêber Abdullah Ocalan, Kesîre û Cemil Bayik re beşdarî yekemîn kongreya PKK'ê dibe û beşdarî damezirandinê jî dibe. Wê ev yek wek civîneke dîrokî li gundê Fîsê bi gotinên "Ez pir bi heyecan im, bê deng im lê pir kêfxweş im" di pirtûka xwe de pênase kir. Ew dibe pêşenga tevgera jinên Kurd. Di encama îxbarekê de li Elezîzê tê girtin û îşkenceyên hovane lê tê kirin. Piştî Elezîz û Meletiyê, wê dibin Zindana Amedê ku wek "nimûneyeke kampên naziyan" qala wê dike. Li vir jî berxwedana destanî berdewam dike, Sakîne di demeke kurt de dibe pêşeng. Ew êşkenceyên herî nemirovane dibîne û vê hevokê di dîrokê de dihêle: "Pêsîrên min di êşkenceyê de birîn, ez weke milîtanekê û jinekê şerm dikim ku bêjim ax." Ji berxwedana li zindanê ku tifî rûyê Esat Oktay kir, ji berxwedana zindanê heya qada Rêbertiyê, ji wir ber bi refên gerîla ve, heta metropolên Ewropayê, kêliyekê jî nesekinî û li ber xwe da. Meşa azadiyê ya pêkanîna heqîqetê her berdewam kir û dê bidome.

Sakîne Cansiz dê û bavên xwe wek zarokên Komkujiya Dêrsimê bi nav dike û diyar dike ku dayika wê ji wan kesan e ku bandor li jiyana wê kiriye û dema ku wê serî hildaye, ji wê hînî serhildanê bûye.

‘EZ BI KEÇA XWE SERBILIND IM’

Dayika wê Zeynep Cansiz diyar dike ku ew deyndara keça xwe ye û xwe layiqî gotina "Ez dayika Sakîneyê me" nabîne lê bi dilxweşî dibêje "Ez bi keça xwe serbilind im." Dibe ku ew nekare bi vê ramanê pir dûr here. Her çend ew dijwar be jî, dibêje: “Keça min keseke dilpak bû, ew di partiyê de baş dixebitî. Wê pir ji hevalên xwe hez kir û ez jî ji wê pir hez dikim. Bi rastî ez bêriya wê dikim. Hûn emanetên Sakîneyê ne ji min re. "

Piştî girê kete qirika wê, bi kirmanckî got: "Ez silavan ji we hemûyan re dişînim, Heq we biparêze." Dayika çavhêstir lê serbilind, êdî nikare biaxive. Em hevpeyvîna xwe ya bi birayê wê re ku ew wek heval dibîne, didomînin.

Birayê wê Metîn Cansiz wiha dibêje: "Ez her gav pê serbilind im, hem wek xwişka xwe hem jî wek hevrêyê wê, wê her tim serê me bilind kir. Her kêliya ku em bê hêvî dibûn, Sakîne ji bo me dibû hêvî û ronahî. Di serdema herî tarî ya zindana Amedê de, dema ku êşkence pir bû û siyaseta îtîrafkariyê didan kirin, em carinan bê hêvî dibûn. Lê belê her axaftineke Sakîneyê ya li dadgehê, dîsa hêvî dida me û dîsa serê me bilind dikir. Di jiyana me de her tim ji me re bû ronahî û hêvî.

‘HEKE ROJAVA BIDÎTA DÊ QÎR BIKIRA Û BIGOTA EM BI SER KETIN’

Sakîne di salên destpêkê yên ciwaniya xwe de têkoşîn nas kir û her gav birêxistinbûna jinan xeyal dikir û bawer dikir ku dê ev xewn pêk were. Sakîneyê bawer kir ku divê ev têkoşîn her dem, hêza sereke û pêşeng be. Ji ber ku bawer dikir ku bi pêşengiya jinan hemû têkoşîn dikarin werin serfirazkirin. Ger wê şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan bidîta, ez bawer dikim ku wê dê qîr bikira û bigota em bi ser ketin. Ez vê pir baş dizanim. Em hemû gelê xwe, bi taybet gelê xwe yê Rojava, bi rêz û hezkirin silav û hembêz dikin.”

JI LEYLA QASİMÊ HETA LEYLA ŞAYLEMEZÊ

Dîrokê şahidiya Leylayan kir. Helwest û berxwedan ji nifşekî derbasî nifşekî din bû… Leyla Qasim, Leyla Walî Hasan, Leyla Şaylemez, Leyla Agirî û Leylayên biçûk ên hîna di pêçekan de. Ne wan dev ji berxwedanê berda û ne jî berxwedanê ew hiştin.

Leyla Şaylemez, ku di sala Komkujiya Helebçeyê anku 1988’an de li bajarê Mêrsînê ji dayik bû, navê xwe ji Leyla Qasim ya bîrdariya berxwedanê girt. Bavê wê jê re dibêje "Keça min heqê navê xwe daye." Leyla, zaroka sêyemîn a malbateke ji heft zarokan e, ji navçeya Licê ya Amedê ye. Malbata wê ya welatparêz, ji ber polîtîkayên şewitandina gundan û koçberkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, neçar dimîne koçî Mêrsînê bike. Koçberiya malbatê hîna dema ku ew 8 salî bû, bi sirgûna ber bi Ewropayê ve berdewam kir. Li Ewropayê hesreta welat dikişand û bêriya kurdayetiyê dikir. Leyla di 2008’an de bi rengekî çalak di nav xebatên ciwanan de cih digire, piştî ku 2 salan di xebatên ciwanan de dimîne, di 2010’an de tev li PKK’ê dibe. Leyla piştî demekê vedigere Ewropayê û di xebatên ciwanan de berpirsyariyên girîng digire ser milê xwe.

Di destpêkê de, em dixwazin bi dayika wê Şîfa Şaylemez re biaxivin, lê ji me dixwaze ku li wê biborînin û dibêje: “Zaroka min şehîd e. Li Kurdistanê hinek dayik hene ku 5 zarokên wan şehîd bûne û malbatên heta nikarin hestiyên zarokên xwe jî bibînin. Qet nebe goreke keça min heye, carinan ez bi gora wê re diaxivim.” û gotinên xwe bi dawî dike.

Em Leylayê ji zimanê bavê wê Cûmalî Şaylemez nas bikin.

‘GULA MALA ME BÛ’

Cûmalî Şaylemez dibêje: "Ew çalak bû, bi israr bû û şopdara Leyla Qasim bû. Pir pirs dikir. Dema mamosteyên wê digotin "Kurdistan tune ye", lêgerîna xwe zêdetir dikir û li sirgûnê nakokiyên wê xurtir dibûn û ew bû rêwiya lêgerîna heqîqetê. Wekî encam, lêkolîna çandê di folklorê de dest pê kir. Bê guman, wê dixwest vê yekê bi malbatê re hilgire û bêtir çandê bi hev ve girê bide. Ew jî serfiraz bû. Leyla gula malê bû. 2 salan li çiyayên azad ma. Piştî 2 salan surprîz kir. Wê dayika xwe dida pişta xwe. Bê guman, dayika wê pir metel ma û ditirsiya ku ew ji partiyê qut dibe. Gava Leylayê ev fêm kir, ji dayîka xwe re got: "Dayê, ez tiştek wisa nakim, ez hatim serdana te."

Li her maleke Kurdan zarokên ku navê xwe ji şehîdan digirin, hene. Ev bi baldarî û hişmendî tê kirin. Çawa ku wê mohra xwe li dîrokê da, navê Leyla li neviya xwe jî dike. Bavê wê rewşê wiha vedibêje: “Dema Leyla ji malê derket, bûka min ducanî bû. Dayika Leylayê, xwest navê neviya xwe bike Leyla. Dema ku Leyla ev yek zanî, wê kir axîn û got "Beriya ku ez şehîd bibim, te navê min lê kir". Lê belê, berî ku şehîd bikeve, dayika wê cîgira wê amade dikir. Çawa ku dêya wê di 4 saliya xwe de keça xwe kir milîtaneke Kurd, wê neviya xwe jî amade dikir ku berî şehîd bibe dê navê wê bibe mîrate.”

Her çiqas 8 sal derbas bûn jî, ew hevoka ku roja yekem ku xebera şehadetê girt, dubare dike: “Ew ne şehîda me ya yekem bû, ne şehîda me ya dawîn jî. Lê êdî bes e, gelê Kurd tê qetilkirin. Kiryar û kujer diyar in. Dema ku yekitiyeke Kurdan hebe, ev kiryar jî dê bên astengkirin.”

DADGER: DOSYA LI AVAHIYA MÎT’Ê ASÊ MA

Bavê Leylayê bi 5 parêzer û malbatên şehîd Sakîne û şehîd Fîdan re diçin cem dadgera jin a ku di sala sêyemîn a şehadetê de dosyayê lêkolîn dike. Ew dipirse çima kuştin hîna ronî nebûye û ev 3 sal e ku encam nehatiye bidestxistin. Dadger vê bersivê dide: “Li ser wê maseyê 14 dosya hene. Me li van dewletên Ewropayê lêkolîn kir. Hemû lêkolînên me li avahiya MÎT’ê ya Tirkiyê asê man. "

Ew bi gotina "Keça me rûmeta me ye" axaftina xwe bi dawî dike û dibêje ku xewna wî tenê ev e ku rojekê li Kurdistaneke azad Newrozê bi rêber Abdullah Ocalan re pîroz bike.

JINA BÊHNGULÎ FÎDAN DOGAN

Navê Rojbîn çiqas xweş li bişirîna te ya delal hat. Ez qala Fîdan Dogan ku bêhneke mîna ya kulîkan jê dihat û tevî 2 hevalên xwe bi hovane hatin qetilkirin, dikim. Ew 4 sal piştî Komkujiya Mereşê, li gundê Biton ê navçeya Elbistanê ya Mereşê, di 17’ê Çileya 1982’yan de hate dinê. Ew ji 5 zarokan zaroka sêyemîn e. Du sal piştî  jidayikbûna wê, malbata wê ji ber nexweşiya bavê wê neçar dimîne ku koçî Fransayê bike. Fîdan ku  li gel dapîra xwe li gund bi 2 xwişkên xwe re dimîne, heya pola duyemîn a dibistana seretayî li gund dixwîne. Ew di 9 saliya xwe de tevî xwişk û birayên xwe koçberî Ewropayê dibin.

Fîdan di zarokatiya xwe de axa ku lê çêbûye, terikand û koçî Strasburg a Fransayê bû, li vir xwendina xwe didomîne. Mîna Leyla Şaylemez, wê jî pirs dikir ka ew kî ye. Lêgerîn, wê digihîne komeleyê, folklorê û paşê jî PKK’ê.

3 salan di nava tevgera ciwanan a Ewropayê de xebitî. Fîdan di 2002’yan de li ser navê tevgera jinan bû nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK). Di lêkolînên stratejîk de tevî temenê xwe yê ciwan berpirsyariyên girîng digire ser milê xwe. Fîdan bi van hewldanên xwe derdikeve pêş. Fîdan di sala 2011’an de di warê dîplomasiyê de xwe pêşve dibe û di 2011’an de bi berpirsyariya Nivîsgeha Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ku gelek salan li wir xebitîbû, tê wezîfedarkirin. Ew bi çalakiyên xwe yên dîplomatîk ên li vir hewl dide li platformên navneteweyî şerê li welatê wê berdewam dike, ragihîne.

‘LI GUND DERS DIDA ZAROKAN’

Dayika wê Fatma Dogan, ji Fîdan bêtir bang li keça xwe Rojbîn dike û dibêje: "Heya 2 saliya xwe ew her roj pir digiriya." Dayika wê diyar dike her kesî pir jê hez dikir û şanaziya ku ji keça xwe hîs dikir wiha vedibêje: “Dapîra wê 3 salan ew xwedî kir. Ew zarokeke pir jîr bû. Mamoste û hevalên wê pir jê hez dikirin. Berî ku were Ewropayê, wê weke şahiyeke xatirxwestinê saz kir û wan di nava hev de pere berhev kirin û demjimêrek jê re kirin diyarî. Ew ket nav dilê derdorên xwe û mirovên li dibistana ku li Ewropayê lê dixwîne. Wê ziman pir zû girt. Bi taybetî ji zarokan pir hez dikir. Di 16 saliya xwe de çû gund û hemû ciwanên gund kom kirin û li ser Kurdistan û şoreşgeriyê semîner da wan.”

‘HER TIM DIXEBITÎ, XIYANET NEKIR’

Du hefte piştî vegera ji gund, Fîdan tev li PKK’ê dibe. Ew di 2012’an de çû çiya û piştî 9 mehan vegeriya Ewropayê da ku careke din bixebite. Dayika wê diyar dike ku Fîdan carinan serdana wê dikir, wê her dem ji jinan re digot xwe bi pêş ve bibin. Ew delala min bû. Ez jê hêrs dibûm; gelo ev rêwîtiyên we yên bi van çenteyên li ser milên we dê kengî biqedin? Dê bigota ‘Dayê, Gava ku Kurdistan azad bibe, wê ev xelas bibe.’ Keça min xayîntî nekir, ew her dem di partiyê de dixebitî."

Fatma Dogan destnîşan dike ku ew carinan bi hevalên xwe re dihat malê ku carekê şehîd Sakîne Cansiz jî pê re hat. Ew bi me re parve dike ku şehîd Sakîne ji bo keça wê gotiye "Dayê, te keçeke pir jîr mezin kiriye, ez ji keça te pir hez dikim".

‘DIXWEST ROJBÎNA BIÇÛK BIBÎNE… BILA ÇAVÊ DIJMIN BIRIJE’

Rojbîneke biçûk jî mîna Leylayê çêdibe. Dayika Fatma wiha qala serpêhatiyê dike: “Xwişka wê ducanî bû û li navekî digeriya. Ez li mitbexê rûniştibûm û xwişka wê ji nişka ve ji Rojbînê pirsî ku bila navê zarok çi be? Rojbînê tu navek negot, xwişka wê jî got em navê te bidinê. Ew hêrs bû û got, çima hûn ê navê min li wê bikin berî ku ez bimirim. Wê pir dixwest ku Rojbîna biçûk bibîne. Bila dijmin kor bibe. Em hemû li wê digerin. Ew beriya şehadeta xwe hefteyekê hat malê. Min nedixwest ku ew here. Ew çû û careke din venegeriya. "

‘EZ LI ÇAVÊN KEÇA XWE YÊN BIKEN DIGERIM’

Dayika Fatma got wê şehadeta keça xwe di xewna xwe de dîtiye û wiha berdewam kir: “Ez û 3 jin li diçûn rêyeke dûr. Berî ku du roj derbas bibin, min dîsa xewnek dît. Em li cihekî qerebalix in û kesek ji min re dibêje Fîdan hate gulebarankirin an Elî (kurê wê)? Rojbîn li cîhekî dikene û diçe cem hevalên xwe. Ez şiyar bûm. Roja din xeber hat. Çavên min hîn jî li wir in, li rêça wê dinêrin, mîna ku ew ê ji nişka ve bikeve hundir. Ez li çavên biken ên keçika xwe digerim. Çavên te yên bedew hene. Porê te yê xengilok heye. Gotinên te yên şêrîn hene.

Serê wê ji ber têkoşîn û helwesta keça wê bilind e û dibêje: “Ew ji bo gel şehîd bûn. Wêneyên Rojbîn, Sakîne û Leyla li malên Kurdên birûmet daliqandî ne. Hevalên wê Rojbînên min in.”

EV SERKEFTIN PÊWÎST E

Hevalên têkoşînê yên Sakîne Cansiz Leyla Guven bi serbilindî got “Ez ê siyaseta xwe li vî welatî bidomînim, cesaretê dixwaze ku mirov bi vî rengî bi ser dijmin de here” tu carî dev ji doz û helwesta xwe berneda. Bi milyonan jinên ku li ser rêça Sakîne Cansiz dimeşin, her yek dibe Sara’yek, geh li zindanan, geh li çiyayan, geh li kuçeyan û geh jî li her dera ku dagirker û dijmin lê hene berxwedan heye û li ser vê xakê serkeftin pêwîst e.

ANHA