Çiya Firat: QSD'ê xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî

Ji fermandarên QSD'ê Çiya Firat geşedanên dawî li Eyn Îsayê nirxand û got:  " Şervanên QSD 'ê bajarokê Eyn Îsa diparêzin û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê rêve birin. Me Eyn Îsa radestî rejîma Sûrî nekiriye. Beşek ji artêşa rejîma Sûriyê li wir heye, di eniyên pêş de heye. Lê ev nayê wateya ku me bajêr radestî wan kiriye."

Çiya Firat: QSD'ê xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî
9 ÇILE, 2021   00:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) Çiya Firat di hevpeyînvekê de ligel ANHA'yê mijar û rûdanên dawî ku bi taybet li bajarokê Eyn Îsa diqewime û rewşa seranserî herêma Bakur Rojhilatê Sûrî nirxandin. Firat anî ziman ku ger êrişekî pêk bê ew bersivê bidin, bajarên xwe biparêzin. Her wiha bal kişand li ser bêdengiya hêzên hikumeta Şamê, Amerîka û Rûsya ya li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê û got : "Li hemberî êrişên ku li ser Eyn Îsa û gundewarên wê ku çêdibe ruxmê birîndarê wan jî çê dibe bersîvê wan nîn e. Ji xwe rejîma Sûriyê jî bi ji parastina axa Sûrî berpirs û erkdar e. Lê belê bi erk û berpirsiyartiyên xwe ve ranebûne û mirov dikarê bibêje mermiyekî jî ne avêtin e. "

 Di du mehên dawî de bi taybet li ser bajarokê Eyn Îsa êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk berdewam dike. Tiştên ku li ser rûyê erdê diqewime çawa pêş ket û bersivdayîna we bi çi rengî bû?

Ji xwe me encamê şer û êrişên du mehên dawî ku li Eyn Îsa qewimîne bi raya giştî re parve kiriye. Tiştekî me yê veşartî nîne. Bi çapemenî re hatiye eşkere kirin. Êrişên li ser Eyn Îsa û gundawarên wê hîn jî berdewam dikin. Dibe ku şert û mercên niha rê nade ku êrişekî berfireh li ser Eyn Îsa û gundewarên wê bidin destpê kirin. Lê belê êrişên dijmin di vê demê de bi awayekî parçeyî ye û dixwaze hinek dever bi vî rêbazî dest bixe. Armancê dijmin dorpêçkirina Eyn Îsa ye. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin bi vî rengî biçin encamê. Bi teknîkekî pêşketî, balafirên bê mirov, obus, tank û hwd li himberî hêza me bi kar tînin. Di destpêkê de gundê Malikiyê, Seyda, Cehbel, Mişêrfa, mezrayên li hewirdorê kampa Eyn Îsa û êriş bi vî rengî berdewam dike. Armaca wan ew e ku gund bi gund, parçe bi parçe gundan bi dest bixin û xwe tê de bi cih bikin, Eyn Îsa dorpêç bikin. Jixwe li ser çapemenî jî hate parvekirin; êriş li ser gundê Malikiyê û kampa Eyn Îsa, gundê Seyda pêk hat. Mînak gelek caran êriş li  ser xeta Malikiyê pêş ket û şervanên QSD jê re amade bûn. Dema êriş pêk hat şervanên me yekser dîtin, êrişê dijmin berfireh bû. Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan bi hev re êrîş pêk anîn. Hevalên me bersivekî tund dan. Çeteyan xwestin gund bi dest bixin û têxin bin kontola xwe de. Li wir hevalên me bersiv dan û nêzî 18 çete hatin kuştin. Gelek cenazeyê wan ket dest hevalên me de. Heya roj û nîvekî li wir şer û pevçûn bi giranî  berdewam kir. Di encam de hêzên Rûsî xistin navberê . Gotin 'bila hêza QSD bisekine em dixwazin kuştiyên xwe derxin û hêza xwe paşve bikşînin' jixwe hêza Rûsî ket navberê û bi hevalên me yên têkiliyan re nîqaş kirin û me da sekinandin. Hêza Rûsî wekî çavdêr hate qadê û dewleta Tirk hatin leşkerê xwe yê Tirk bi xwe birin. Lê belê kuştiyên xwe yên çete yê girêdayî dewleta Tirk ne birin. Hîn jî gelek cenazê di dest hevalên me de ye. Mirov dikare wê bibêje ku çeteyan bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û dişînin eniyên şer lê belê dema ku dimirin cenazeyê wan xwedî dernakevin. Bêguman malbata wan jî heye, çima pirs nakin herî kêm pirsa çima cenazeyê me nayînin ji wan nakin. Jixwe neçar man ku paşve bikşînin. Careke din êrîş kirin. Gelek hewldan da ku gundên me qala wan kir bi dest bixin lê belê nedikarîn van gundan dest bixin. Êrişên piştî wê berdewam kirin. Jixwe bi teknîkên cur bi cur ve bê ser û ber deverê ku xelek dijîn topbaran kirin û di encam de 5 sivîl birîndar bûn.  Di heman demê de ji nav artêşa rejîma Sûrî 3 leşker birîndar bûn. Ruxmê ku artêşa rejîma Sûrî jî li wir e lê belê ji aliyê wan bersivekî li himberî van êrişan pêş neket. Hewldan pir bû lê belê berxwedana şervanên QSD nehişt ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk pêş de werin. Jixwe ew gundên ku êriş li ser tê kirin di dema piştî şerê Serêkaniyê-Girê Spî de di encamê lihevkirinekî de ji bo rêya M4 qadekî ku çênabe ti hêz têkeve hate destnîşan kirin lê belê çeteyan ev yek bin pê kirin û şervanên me jî bersiva êriê dan. Niha di gelek dezgehên çapemenî de wekî ku çeteyan gund bi dest xistine agahî belav dikin, lê belê tiştek bi vî rengî nîne. Hêzên me ya QSD'ê li cihê xwe ye û her cure êrişê re jî bersiv didin.

Demekî dirêj e gef û tehdîdên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê didomin. Ihtimalekî êrişa dagirkeriyê bi awayekî berfireh li ser xeta Kobanê, Eyn Îsa û Minbicê de heye? Di heman demê de êrişêkî muhtemel a ji aliyê dewleta Tirk ve wê helwesta we çi be?

Em jî dişopînin, agahî hatin ku hejmarekî mezin çeteyan ji Lîbya û Idlib derbasî van herêma kirine. Derdorê Minbicê, sînorê Cerablusê, milê Girê Spî, di xeta Serêkaniyê de  çeteyan kom kirine. Me agahî girtin ku amadekariyekî mezin ji bo êrişê kirine. Wekî hêzên QSD em ji van êrişan re amadekariyên me hene. Em bê amadekarî nîn in. Me ji dema bihurî ango ji şerê Serêkaniyê-Girê Spî tecrubeyên mezin derxistiye. Di wî warê de amadekariyên me jî hene.  Ger ku êrişekî li ser van herêman çêbibe bêguman wê bê bervis nemîne. Wê bi hêsanî nebe. Wê hêza me ber xwe bide. Qabiliyeta ku şer bike, bajarê xwe bi parêze û nehêlê werê dagirkirin heye. Tecrubeyên me yên salan heye. Me li hemberî DAIŞ'ê şer kiriye û me bin xistiye. Me ders ji dema bihurî derxistiye, em xwedî tecrube ne. Amadekariyên me hene, ger êrişekî pêk bê em ê şer bikin, bajarên xwe bi parêz in û wê bi hêsanî jî nebe.

Piştî ku li ser bajarokê Eyn Îsa êrişên giran hatin û bêdengiya hêzan pêş ket li ser gelek dezgehên çapemeniyê û torên civakî tê gotin ku hûnê bajarokê Eyn Îsa radestî rejîma Sûrî bikin. Ev yek çiqaş rastiya xwe heye?

Dibêjin ku ji ber QSD'ê nikare Eyn Îsa biparêzê QSD Eyn Îsa radestî rejîma Sûrî kiriye. Tiştek bi vî rengî ne rast e. Şervanên QSD 'ê bajarokê Eyn Îsa diparêzin û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tê rêve birin. Me Eyn Îsa radestî rejîma Sûrî nekiriye. Beşek ji artêşa rejîma Sûriyê li wir heye, di eniyên pêş de heye. Lê ev nayê wateya ku me bajêr radestî wan kiriye. Bingehê vê gotinê nîn e.

 Di dema ku êriş li ser Eyn Îsa çêdibe hêzên Rûsî û hikumeta Şamê çawa nêz dibin û bersivê van êrîşan didin?  

Di navbera me û rejîma Sûriyê de lihevkirinekî heye. Sala çûyî li ser esasê ku rejîma Sûrî li wir cih bigre lihevkirinekî çê bû. Wekî çavdêr jî hêza Rûsî jî li wir heye. Lê belê li hemberî êrişên ku li ser Eyn Îsa û gundewarên wê ku çêdibe ruxmê birîndarê wan jî çê dibe bersîvê wan nîn e. Ji xwe rejîma Sûriyê jî bi ji parastina axa Sûrî berpirs û erkdar e. Lê belê bi erk û berpirsiyartiyên xwe ve ranebûne û mirov dikarê bibêje mermiyekî jî ne avêtin e. Lihevkirin û tifaqiyên di navbera Rûs û Tirkan de di çi astê de ye em giştî nizanin lê danûstandinên wan hene. Ruxmê li ber çavê wan diqewime bêdeng in û bi berpirsiyartiyên xwe ve ranabin.

Li seranserî axa Sûriyê Rûsya û Amerîka her du aliyên sereke ku dikarin şerê li herêmê diqewime rawestînin. Jixwe navbera we û rûs û amerîkiyan de hevkariyekî li ser rûyê erdê heye. Lê ev her du aliyên sereke di erkên xwe yên pêşî wekî rawestandina şer û êrîşên ku ser herêmê çêdibe de çiqas xwedî helwest bûn?

Hêzên rûsî û Amerîkî hêzên sereke ne. Lê beriya her tiştî em lêhurbûn û fikarên xwe didin parastina axa xwe bi hêza xwe ya cewherî ve. Em vê esas digrin. Piştî êrişa li ser bajarên Serêkaniyê-Girê Spî pêk hat û şûnde di navbera me û van hêzan de lihevkirinekî çêbû ku şer raweste. Ruxmê vê jî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan êrişên xwe hîn jî didomîne. Em hêvîdar in ku bi berpirsiyartiyên xwe ve rabin, erkê xwe ya sereke pêk bînin. Ew bi xwe ev lihevkirin pêk anîn lê belê ji aliyê dewleta Tirk ve binpêkirinê vê lihevkirinê hîn jî heye. Dubare dibêjim em wekî hêza QSD xwe dispêrin hêza xwe ya cewherî.

Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê îro di çi astê de ye?

Demekî dirêj DAIŞ li herêmê bi hêz bû. QSD'ê bi hevkariya Hêzên Koalisyona Navneteweyî operasyonên taybet li dar xistin. Bi raya giştî re jî hate parvekirin. DAIŞ bi hêz bû, gelek bajar û bajarok di bin destê wan de bû. Li hemberî wan şerekî dijwar hate meşandin. 11 hezar hevalên me gihiştin asta şehadetê. Herî dawî li gundê Baxozê DAIŞ têk çû. Em nikarin bibêjin ku DAIŞ bi awayekî giştî tune bû, ne bi vî rengî ye. Hîn jî çeteyên DAIŞ yên veşartî hene. Wekî şanayên veşartî dema firsend dibînin çalakiyên xwe dikin. Li bajarên wekî Dêrazorê, Reqa, Tebqa û li gelek cihan de dema firsendê dibînin çalakiyên xwe dikin. Hîn jî çeteyên wan yê veşartî hene. Bi hevkariya hêzên koalisyonê re operasyonên me didomin. Di demên dawî de jî operasyonên hevbeş pêk hatin. Hêza DAIŞ'ê heye û dema valatiyê dibînê xwe bi rêxistin jî dike. Bi taybet di herêma pêkhateyê ereban de dixwazin xwe bi rêxistin bikin. Cardin ez vê jî bibêjim ji bo raya giştî jê agahdar bibe gelek çeteyên DAIŞ'ê ku berî li hemberî me şer dikirin roja îro di nav çeteyên girêdayî dewleta Tirk de li hemberî me şer dikin. Gelek emîr û serçeteyê wan di nav wan çeteyên ku xwe bi nav dikin Mertalê Firatê û hwd bi rêya dewleta Tirk li hemberî me şer dikin. Ji xwe dewleta Tirk van çeteyên ku berî çeteyên DAIŞ'ê bûn derbasî herêmên me dike.

Bangawaziya we ji bo gel çi ye?

Ji bo gelê Kurd, gelê Ereb ango ji bo tevahî pêkhateyên li vê herêmê dijîn dibêjim ku em wekî QSD'ê li cem gelê xwe ne. Em ê gel biparêzin. Em ê bajar û bajarokên xwe biparêzin. Ji lew ra jî gel divê kêleka hêza QSD'ê bisekine û axa xwe biparêze. Banga min ji bo tevahî gelê herême ew e bajarên xwe bernedin, neterîkîne. Em wekî QSD'ê erka me ya sereke ew e em gelê xwe biparêzin, bajarên xwe biparêzin, li hemberî êrişekî muhtemel ku çêbibe re ber xwe bidin û şer bikin.  Encex bi gelê xwe re em dikarin parastina xwe bikin. Destberdana ji xaka xwe û welatê xwe pişt xwe hiştin ve nabe. Encex em li gel hev axa xwe biparêzin. Hêviya me ji gel ev e lewma divê gorî wê em xwe amade bikin. Em hêvîdar in ku ger gel û hêza QSD bi hev re kêleka hev bisekine wê serbikeve. 

ANHA